
Bi salan e Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin. Lê dewlet û rayedarên hikûmetê vê daxwaza Kurdan li dijî zagonan dibîne û daxwaza wan qebûl nake. Hikumeta AKP’ê her dem Kurdan bi gotinên cuda dixapîne û destûr nadin ku Kurd bi Kurdî perwerde bibînin. Navenda KURDÎ-DER’ê sala par li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, li Cizîrê Dibistana Seretayî ya Berîvan û li Geverê jî Dibistana Seretayî ya Dayika Ûveyş vekir. Hikumeta AKP’ê ewil astengî derxist û êrîş pêk anîn. Hewl da ku kilîtê li deriyên dibistanan bixe, lê Kurd li dibistanan xwedi derketin û destûr neda ku dibistanên wan bên girtin. KURDÎ-DER’ê piştî sala par 3 dibistanên Kurdî xistin xizmeta perwerdehiya Kurdî, îsal hewl dide gelek dibistanên din li dibistanên Kurdî zêde dikin.
‘Dive bibe zimanê perwerdehiyê’
Hevserokê Navenda KURDÎ-DER’ê Alî Erdemîrcî tekildarê perwerdehiya zimanê dayikê û vekirina dibistanên nû ji DÎHA’yê re axivî. Erdemîrcî diyar kir ku bi salanê tekoşînekî ji bo zimanê Kurdî tê dayîn û wiha got: “Armanc zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê jî zagon û vezagonê de guhertin esase. Dewletê her dem got ‘ev ziman zimanê perverdehî nine’. Ji bo vê yekê me sala borî 3 dibistanên xweser 3 dibistanên defacto vekir. Me li Gever, Cizîr û Amedê dibistana seretayî yê zimanê Kurdî vekir. Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger pir serkeftî bû. Zarok pir zû derbasê xwendin û nivîsê bûn.”
Gel dixwaze bi zimanê xwe perwerdê bibîne’
Erdemîrcî da zanîn ku dibistanên seretayî rastê eleqeyek mezin tê û wiha got: “Em dîsa mafê xwe dixwazin. Em zanin ku di Amedê de nêzî 1600 dibistanên fermî hene. Em nikarin 1600 dibistanên perwerdehiyê vekin. Lê em dixwazin astengiyên li pêş me bên rakirin da ku em bikaribin zarokên perwerdehiya Kurdî dixwazin perwerde bibin. Gel dixwaze perwerde bi zimanê xwe bibîne. Xwestek û daxwaz jî pirin lê ji ber astengiyên dewletê em nikarin bibin bersiv. Rastî ji bo vê yekê îsal van jî dibistan seretayî sembolîkin.“
KURDÎ-DER amadekariya dibistanên nû dike
Erdemîrcî anî ziman ku ew dikarin di heremê de perwerdehiya xweserî pêk bînin û wiha domand: „Ev mafê gerdunî û mafê xwezayî ye. Em niha amadekariyên dibistanen nû dikin. Em li Navçeyên Peyas, Dêrik, Qoser, Nisêbîn, Sîlopî û navenda Wanê amadekariyên dibitanên nû yên seretayî dikin.
OZGUR PAKSOY/RÛKEN DEMÎR/DÎHA/AMED
Dibistanan boykot bikin
Ş ala perwerdehiya 2015-2016’an di 28’ê îlonê dest pê dike. Wek her sal îsal jî di hefteya perwerdehiyê de dibistan dê bên boykotkirin. Ji sala 2010-2011’an vir ve gelê Kurd daxwaza xwe ya perwerdehiya zimanê dayikê bi boykotkirina dibistanan nîşan dide. Serokê Enstîtuya Kurdî a Stenbolê Samî Tan bang li hemû malbatan kir ku ji bo mafê xwe yê perwerdehiyê zarokên xwe neşînin dibistanê û dersan boykot bikin.
Tan anî ziman ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyona dewletê yê perwerdehiyê li ber xwe dide û ev tişt anî ziman : „Bi perwerdehiyê hesantir gel asîmîlasyon dikin. Ji ber vê jî bi teybetî li ser civaka Kurd vê yekê didin meşandin. Ji destpêke ve ev asîmîlasyon tê meşandin lê gelê Kurd jî li dijî vê yekê li ber xwe dide û xebatên xwe dimeşîne. Di van xebatan de hin qelsî û lawazî hene, ji ber vê jî xebateke teybet pêwîst e. Dibêjin ku bila peşî hînî tirkî bibin piştre dê hînî Kurdî bibin lê divê li hemberî vê yekê xebateke bîrdozî bê meşandin.“ Tan gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ku got ‘Bi zimanê xwe dilorînin û TRT6 me derxistiye çi dixwazin’ bi bîr xist û wiha got: „Dibêje ez zarokên we dikujim hûn dikarin li ser bilorînin, stran û eşê xwe hûn dikarin bi kurmancî bêjin. Piştî te zarokên min kuşt şûnde êdî ez çi zimanî dilorînim ewqasî ne girîng e. Ji ber vê jî divê di serî de hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin û ev yek di makeqanûnê de divê were misogerkirin.“ Tan destnîşan kir ku divê di serî de hebûna gelê Kurd bi awayeke qanûnî bê qabûlkirin.
‘Ziman bi perwerdehiyê mayînde dibe’
Tan bilêv kir ku divê zimanê fermî yê saziya Kurdan hemû bi Kurdî bin û wiha domand: „Civînên KCD’ê divê bi pirzimanî be lê zimanê esasî jî divê Kurdî be. Ji îro şûnde divê hemû sazî Kurdî bin. Belê raste ziman bi perwerdehiyê mayînde dibe, lê ziman xwe di jiyane de zindî dike. Dema danûstendina me Kurdî nebe em perwerdehiyê zindî bikin jî pirsgirêk çareser nabe. Ji ber vê jî divê jiyana me ya civakî, siyasî û çandî û danûstendina me bi Kurdî be.
“ Bangewaziya boykotkirina dibistanan
Tan li ser boykotkirina dibistanan jî nerînên xwe bi van gotinan anî ziman: „Boykotkirina dibistanan peyameke ji bo hemû cihanê ye ku Kurd naxwazin bi pergala perwerdehiye re bijîn. Ev pergala perwerdehiyê asîmîlasyonê, tunekirinê li ser gelê Kurd dimeşîne. Dixwaze nasnameya gelê Kurd ji hole rake. Gelê Kurd jî peyamekê dide û em jî piştgiriyê didin vê peyamê.“ Tan bang li malbatan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û di heman demê de jî derkevin qadan û daxwaza xwe ya perwerdehiyê dengekî bilind bixwazin.
SENBOL