Qeymeqamê Erdemliyê Îbrahîm Ozefe, mekanên ji jinên mexdurên erdhejê re xwendin û nivîsandin lê tê dayîn ziyaret kirin.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Musa Kulu, diyar kir ku ji 25 hezar mexdurên erdhejê yên hatin Mêrsînê jê 14 hezar bi derfetên xwe wan li taxên piranî Kurd lê dijîn bi cih kirin. Kulu, bilêv kir ku li aliyê din bi gotinên "Xwendin û nivîsandina wan tuneye, Tirkî nizanin" jinên Kurd asîmîle dikin û wiha axivî: "Kesên wisa j ber tirsê jî li wan qampan bin dê tevlî qursan bibin. Em dê ji we re xwendin û nivîsandinê bidin hînkirin û Tirkî hîn we bikin. Nêzîkahiya wisa însanî nîn e. Ev yek polîtîkayên asîmîlasyonê ne." Kulu, destnîşan kir ku mexdurên erdhejê li vir bêxwedî û bêkes nîn in û wiha pê de çû: "Bi biharê dîsa dê gelek ji wan vegerin li ser axa xwe. Dê vegerin bajarê Wanê çareke din. Divê hemû kes vê yekê bizane. Em dê bi pirsgirêkên wan re dîsa eleqeder bibin. Em dê xwedî li wan derkevin ev yekê peywira me ye. Piştî em bi ser pirsgirêkên wan qampan dijîn de çûn pirsgirêkên wan kêm bûn."
MÊRSÎN