Gatilov pêr li Cenevreyê bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Berpirsê Rêxistina PYD’ê li Ewrûpayê Ebdulselam Mustefa re hevdîtin kir.
Li gorî agahiyên ji malpera fermî ya PYD’ê hatine wergirtin, herdu aliyan derbarê danûstandinên Cenevre 3 de gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de Gennady Gatilov ji Salih Muslim re got: “Li Sûriyeyê çi çareseriyeke hebe bêyî beşdariya we pêk nayê. Ev rastiyeke û her kes êdî dizane ku eger hûn beşdar nebin, çareserî tune ye.”
Gatilov bal kişand ser danûstandinên derbarê kongreya Cenevre 3 de tên kirin û careke din destnîşan kir ku çi danûstandin hebin dê roleke PYD a girîng tê de hebe. Gennady Gatilov got: “Li Sûriyeyê hêzên we roleke girîng dilîzin.”
Ev hevdîtin li ser vexwendnameya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê pêk hat.
Lavrov: Terorîst beşdar dibin
Sergey Lavrov got ku Ceyş El-Îslam û Ehrar El-Şam ku dê beşdarî Cenevre 3 bibin rêxistinên terorîst û ne rewa ne. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê ya li paytexta Îramara Erebî Ebû Dhabî de got; “Komên bi navên Ceyş El-Îslam û Ehrar El-Şam dê bi awayekî tenêyî beşdarî Cenevre 3 bibin. Lê ev nayê wateya ku rêxistinên rewa û ne terorîst in.”
Lavrov anî ziman ku di çarçoveya danûstandinên li Cenevreyê de tenê gelê Sûriyeyê dikare çarenûsa xwe diyar bike.
CENEVRE