Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), encamnameya 13. Civata Giştî ji rayagiştî re aşkere kir.  Di daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin, ku Kombûna Giştî ya KNK'ê ya di 25-26 Gulana 2013'an de, di şertên ku hewcehiya neteweyî û welatî ya Kurdistanê di dereceya herî bilind da heyî pêk hatiye û hejmara endamên kesî û organîzasyonî zêde bûye. Di daxuyaniyê hat gotin, li gel partî, organîzasyonên polîtîk û sivîl, nûnerê Serokê Kurdistana Federal û Hiukûmeta Herêma Kurdistanê, ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê hejmareke zêde beşdar amade bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku kombûna Giştî ya KNK'ê di rêvebiriya xwe da reformek pêk aniye û hem modelê hevserokiyê wekî jinek û mêrek qebûl kir, hem jî hejmara jinan di konseyê da hate zêde kirin.
Hat ragihandin, ku di çarçoveya vê guhertina pergalî de Nîlufer Koç û Tahir Kemalîzade weke Hevserokên KNK'ê hatine hilbijartin û ji bo Konseya Rêvebir û Komîteya Huqûqê hilbijartin hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku di kombûnê de li ser pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, xelkên Kurdistanê, pêşhatinên polîtîk, armancên bizava neteweyî û welatî û tifaqa navxweyî bi berfirehî hate rawestan.

Biryarên 13. Kongreya KNK'ê

Di encamnameyê de biryarên ku di 13. Komcivîna Giştî ya KNK'ê de hatine standin hatin rêz kirin:
-  KNK hewildanên xwe bidomîne ku hemû dînamîkên neteweyî û welatî li ser zemînê yêkîtiya neteweyî û welatî bigihine hev.
- Ji bo komkirina Konferansa Yêkîtiya Neteweyî û Welatî ya Kurdistanê xebat bête kirin.
- Ji bo azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên polîtîk karekî berfireh bête kirin.
- Karekî navxweyî û navneteweyî bête kirin ku birêz Abdullah Ocalan ji bo ”Xelatê Aştiyê yê Nobelê” wekî namzet bête nîşandan.
- KNK bangî dewleta Fransayê dike ku endamê Konseya Rêvebir ya KNKê birêz Adem Uzun zûtirîn dem serbest bikin.
- Destkevtên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî statuya Kurdistana Federal û pêkhatina nû ya li Rojavaya Kurdistanê bêne parastin.
- Prosesa nû ya li bakura Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji teref serokê PKKê birêz Ocalan û KCK'ê ve hatiye dest pê kirin bête destek kirin.
- Digel Kurdan, maf û daxwazên xelkên li Kurdistanê; Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb, Tirk, Faris, Qereç û yên dî û dîn, mezheb û baweriyên li Kurdistanê; Islam, File, Cihû, Ateîst, Elewî, Êzidî, Şiî, Yarsan û yên dî, di zemînê civata demokratîk, sosyal û sekular da bêne parastin.
- Li Rojavaya Kurdistanê sîstemekî demokratîk, sosyal û sekular bête avakirin û di serî da leşkerî, asayişa polîsî û hemû dem û dezgeh û mekanîzmayên îdarî li ser esasê yêkbûnê bêne organîze kirin û avakirin.
-  Bang li Amerîka, YE û dewletên dî bête kirin ku PKK ji lîsteya terorê bête derêxistin.
- Bang li UN û dezgehên dî yên navneteweyî bête kirin ku di çareserkirina doza Kurd û Kurdistanê da dadyar bin û rê li ber çareseriyeke demokratîk xweş bikin û destekê bidine xelkên Kurdistanê.
- Bang li dewleta Îranê bête kirin ku dawiyê li îdam, şiddet û binpêkirina mafên Kurd û Kurdistaniyan bîne û digel pêşengên polîtîk yên Kurdistanê dest bi muzakereya çareseriyê bike.
- KNK bang li dînamîkên neteweyî û welatî yên li Rojhilata Kurdistanê dike ku di navbeyna xwe da yêkîtiyeke koalisyonel pêkbînin û beramberî rejimê xwe bikin yêk û herweha digel opozisyona Iranî jî tifaqê çêbikin.
- KNK bang li Kurdistaniyên Rojavaya Kurdistanê dike ku bi Peymana Hewlêrê ya Tirmeh a 2012'an  ve girêdayî bin û di bin rêvebiriya ”Konseya Bilind ya Kurdî” da kom bin.
-  KNK bang li rêvebiriya Kurdistana Federal dike ku li ser pirsa Kerkûk û navçeyên ku li derveyî tixûbên Kurdistanê hatine hêlan bi giringî raweste û wan navçeyan paşve vegerînin nav tixûbên Kurdistanê.
- KNK bangî xelkên Tirk, Ereb û Faris dike ku ji bo avakirina sîstem û rejimên demokratîk, sosyal û sekular piştevaniya xelkê Kurd û Kurdistaniyan bikin ku bi hev ra jiyaneke aştiyane, azadane, wekheviyane û dadyarane pêkbêt. 

ANF/BRUKSEL