Rêxistina Sîxûrî ya Almanyaya Federal (BND) aşkere kir ku çekên kîmyewî yên di destê Sûriyeyê dikarin di nava çend saetan de bi fermana Beşar Esad bikevin dewrê. Balkêş bû ku ev daxuyanî di dema NATO’yê biryara bicihkirina sîstema parastinê ya fuzeyan a Patriot li Bakûrê Kurdistanê da, hat.

Almanya xwe amade dike ku sîstema parastinê ya fuzeyan bişîne Bakûrê Kurdistanê.Almanyayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di destê Esad de derdora 1000 ton çekên kîmyewî hene û agahî da ku ji bo karanîna van çekan hîna tu amadekariyek nehatiye kirin.
Di daxuyaniyê de têkildarê dê ev çek kengî bên bikaranîn tu agahiyek nehate dayin, lê hate destnîşankirin ku ev çek dikarin di nava çend saetan de bi fermana Esad bên bikaranîn.
Li aliyeke din rojnameya Almna Der Spiegelê aşkere kiribû ku hin fermandarên artêşa Sûriyeyê pêşniyar dikin ku li hemberî muxalîfan çekên kîmyewî bên bikaranîn. Lê li gorî BND’ê ne tu amadekariyên Beşar Esad û ne jî yên artêşa Sûriyeyê tune ne.

Nerazîbûnên Îranê

Serokdewletê Îranê Mehmûd Ehmedî Nijad li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê ku ji bo beşdarîkirina li ahenga salvegera ji dayîbûna mewlana Celaldînê Romî dê biçûya Tirkiyê ew serdan betal kir. Nijad dê li ser vexwendina serokwezîrê Tirk Tayip Erdogan tevli vê merasîma biba lê di vê dema ku nerazîbûnên hikûmeta Îranê li hember bicihkirina Patriotan ya ser sînorê Sûriyeyê de alozî di navbera wan û hikûmeta AKP de çêbû. Rêbveberiya Îranê hikûmeta Tirk hişyar kir ku dikevin nava planên amadekariya şerê cîhanê yê siyemîn.
Di dema dawî de ji bo bicihkirina partiotan bi raya giştî were qebûlkirin di serî de Amerîka, Tirkiye û Almanyayê derbarê çekên kîmyewî ên Sûriyeyê de gelek nûçe weşandin û ew wekî metirsiyeke mezin nîşan dan. Lê bi her halî ev îdiayên çekên kîmyewî ên Sûriyeyê rewşa Iraqê tîne bîra mirov ku di wê demê de çiqasî metirsiyên mezin ji van çekan didan nîşandan, lê dawî piştî rûxandina rejîma Sedam Huseyin û dagirkirina Iraqê kesekî nema behsa wan çekan kir.
Dema mirov bi giştî bala xwe dide rewşa îro ya Sûriyeyê jî sînaryoyên ku tên amadekirin ji Sûriyeyê bêtir ji bo Îranê tên kirin. Ji xwe têkbirina rejîma Esed jî têkbirina Îran û Rûsyayê ye û li Rojhilata Navîn meydan ji NATO’yê re dimîne. 

BERLÎN