Mele Nûrî diyar kir ku li gorî makeqanûnê divê hilbijartin 21’ê Îlonê pêk bên û got: “Lê mixabin her du partiyên desthilat PDK û YNK hewl didin ku van hilbijartinan taloq bikin. Yek ji pîvanên demokrasiyê ew e ku hilbijartin di dema xwe de pêk bê. Lê Herêma Kurdistanê di paşeroja xwe de xwedî ezmûneke xirab a hilbijartinê ye." Mele Nûrî derbarê pirsgirêka makeqanûnê de jî diyar kir ku makeqanûn ne ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku divê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê bibin yek û bikevin bin berjewendiyên gel.


'Pirsgirêkên sereke ji bîr kirine'

Mele Nûrî bal kişand ser pirsgirêka hilbijartina serokatiya herêmê û wiha axivî: "Niha jî careke din Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî dixwaze bibe namzedê serokatiya herêmê. Lê belê makeqanûn rê nade vê yekê. Ji bo vê yekê hewl didin hevkariyê li gel YNK’ê bikin. Dixwazin bi vê yekê careke din rêyek bibinîn ku Barzanî bibe serok an jî dema wî ya serokatiyê were dirêjkirin.” Mele Nûrî diyar kir ku vê yekê ji bo vî welatî kirine pirsgirêk û wiha domand: “Kirine pirsgirêkek mezin û hemû pirsgirêkên sereke yên vî welatî ji bîr kirine. Pirsgirêkên hemwelatiyan, civakî, madeya 140 bi pirsgirêka serokatiyê ve girêdane û bi vî awayi kul xistine dilê gel. Em hêvîdar in ku hilbijartin di dema xwe de pêk were.”

Daxwaza guhertina sîstemê

Mele Nûrî diyar kir ku li gorî makeqanûnê mafê Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî nîne ku careke din xwe weke namzed nîşan bide û wiha axivî: "Li gorî makeqanûna 2005, Barzanî xwe du caran hilbijartiye. Lê makeqanûn rê nade ku cara sêyemîn bibe namzedê serokatiya herêmê. Divê beriya her kesî birêz Barzanî rêz ji serweriya makeqanûnê re bigire û pêk bîne.”
Parlementer Mele Nûrî derbarê helwesta muxalefetê de got: “Muxalefet dixwaze hilbijartin di dema xwe de pêk bê, serokê herêmê yê niha biçe mala xwe û derfet ji bo yên din bên dayin. Em bi xwe alîgirê guhertina sîstemê ne. Lewre divê serokatiya herêmê ji aliyê gel ve were hilbijartin. Ev proje ji bo gelê Kurdistanê nehatiye nivîsandin. Ji bo hin kesên diyar, ji bo hin partî û koman hatiye nivîsandin. Di rewşeke awerte de hatiye nivîsandin. Pirsgirêka vê makeqanûnê ya herî sereke ew e ku heta niha nikare bi awayeke pêwîst sînorê axa Kurdistanê Iraqê diyar bike. Tenê bi madeya 140 ve girêdane.”
Mele Nûrî got ku Makeqanûn zêdetir di berjewendiya serokatiya herêmê de ye û ev agahî da: “Gelek rayeyên weke hukûmet, desthilatî û dadgeh dane serokatiya herêmê. Makeqanûnê wisa kiriye ku serokê herêmê weke dîkdatorekî derbikeve, ne weku serokê welatekî demokratîk.”

'Gelê Kurd weke dijmin dibînin’

Parlementer Mele Nûrî diyar kir ku pirsgirêkeke din ha herî girîng a vê makeqanûnê hêzên çekdar in û ev rexne kirin: “Divê em ji vê yekê ji bîr nekin ku li Herêma Kurdistanê hêzeke me ya çekdar a nîştîmanî tune ye. Her partiyek hêzek xwe ya çekdar heye. Her kes vê yekê dizane. Beşek li ser PDK, yek YNK û beşek jî ser bi partiyên din e. Di nava kom û partiyan de jî her komek girêdayî rayedarek, malbatek an jî kurekî serok in. Lê evane hemû jî li ser bûtçeya gel in. Ev yek jî dibin ku pirsgirêk kûrtir bibin. Weke şerê navxweyî yên dema borî.”
Mele Nûrî derbarê sedema vê yekê de jî got: “Sedema vê yekê ewe ku baweriya PDK û YNK’ê bi demokrasiyê tune ne, ji xwe ditirsin, gelê Kurd weke dijminê xwe dibînin. Ger ne wisa be divê hêzên çekdar partiyan tune bin. Divê ev hêzên çekdar hemû bibin hêzeke nîştîmanî û bikeve berjewendiyên gelê Kurd û berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.”

Navendên sîxûrî yên Tirk

Mele Nûrî bal kişand ser hêzên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û got: “Serokê herêmê bi qasî cîhanekê hêzên taybet heye. Lê tu diçî Zaxo li wir leşkerên Tirkiye hene. Li Herêma Kurdistanê navendên sîxûrî yên Tirkiyeyê hene. Ger ev hêzên çekdar ên Kurd ne ji bo derxistina vana bin, gelo ji bo çi ne?


WEHBÎ DEMÎR/ABDULLAH BÎLEN/DÎHA/HEWLÊR