Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komkara Ereban Kofî Annan bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtinekê pêk tîne.
Nûnerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan, piştî komkujiya Hewlayê ya ku 108 kes têde hatin kuştin, ji bo hin hevdîtin bi rayedarên Sûriyeyê re pêk bîne duh hat Şamê.
Annan li balefirgeha Şamê daxuyaniyek da. Annan serdana xwe ya Sûriyeyê weke “pêngaveke krîtîk” bin av kir û diyar kir ku ew dixwaze bi awayeke “cidî û aşkere” bi Esad re hevdîtin pêk bîne. Annan ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ji ku ji bo pêkhatina aşitiyê, divê pêngavên “bi wêrekî” biavêje û diyar kir ku ew ne tenê bang li hikûmetê dike, divê hemû hêzên çekdar ên li welêt serî li rêyên aşitiyane bidin.
Annan bal kişand ser komkujiya li Hûlayê ya ku 108 kes têde jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku ew li hemberî vê bûyerê mat maye û xemgîniya xwe anî ziman.
Annan duh bi Wezîrê Derve yê Sûriye Welid Mualem re hevdîtinek pêk anî. Piştre jî bi Serokê Şandeya Çavdêrên NY ya li Sûriyeyê Robert Mood re hevdîtinek pêk anî.

Komkujiya Hewlayê 
Li bajarokê Helwla yê girêdayî bajarê Humsê komkujiyeke ku derdora 100 kesên sivîl tê de hatin kuştin pêk hat. Di nava kuştiyan de 32 zarok jî hebûn. Heta niha wekî hemû bûyerên bi vî rengî ên ku li Sûriyeyê diqewimin hikûmet dibêje Muxalefeta çekdar an jî komên çekdar ev komkujî pêk aniye da ku rê li ber destwerdana derve veke û rê li pêşiya ‘reformên’ hikûmetê bigire. Lê muxalefeta çekdar jî dibêje ku ew komkujî di encama gulebaran û topebarana artêşa rejîmê de pêk hatiye da ku serhildana gelê Sûriyeyê bi vê tundiyê rawestîne û kontrol bike.
Bi her halî ev komkujî dibe ku ji alî hem rejîmê hem jî muxalefeta çekdar ve hatibe kirin. Ji ber di nava kesên kuştî de gelek hene ku ji nêz ve hatine kuştin ne di encama topebarana hêzên dewletê de. Hêzên dewletê li dijî vî bajarokî êrîşa bi çekên giran pêk anîbû û di encama topebarana bi top û tangan gelek sivîl hatin kuştin lê di nava kuştiyan de gelek kesên ku bi rengên cuda hatibûn kuştin û bi guleyên ji nêz ve ew jî idîaya ku muxalifên çekdar hin sivîlên ku kuştinê avêtibin nava cihê topebaranê xurt dike.
Her aliyek ji van aliyan jî ev komkujî bi rengekî ku xizmeta armancên wî dike destnîşan kir. Hikûmet dibêje binerin hovîtiya ku ji alî muxalifan ve tê kirin û wan wekî alîgirên tundiyê û komkujiyan nîşan dide da ku gel ji muxalefetê sar bike. Her wiha muxalefet jî ji bo bêtir alîkariya çek û pereyan ji dewletan bigire û raya giştî ya navneteweyî li dijî rejîma Esad sortir bike vê komkujiyê ji xwe re bikar tîne. Ji aliyekî din ve ev komkujî wekî hewldana pêşîgirtina li çareseriyan û bi taybetî plana Annan.

Kesên ji komkujiyê rizgar bûn
Kesên ji komkujiyê rizgar bûn jî li gorî nûçeyeke BBC piştrastkirin ku hêzên dewletê û artêşa rejîma mal bi mal geriyane û ev komkujî pêk anîne. Li gorî wan şahidên ku ji komkujiyê rizgar bûne hin kesan xwe wekî mirî nîşan daye da ku rizgar bibe û hinekan jî xwe di cihên asê de veşartiye û wiha rizgar bûye. 

ŞAM