Komele armanc dike ku di rêveberiye de tevlêbûn û vîna jin û mêr wekhev be. Komele îro di saetên êvarê de bi merasimekê dê bêvekirin. Her wiha dê komel li gel xebatên, çandî, civakî û ekolojîk dê xebatên rêxistina ciwanên ku tevlî karên ne baş dibin bike.
Armanca yekemîn
Hevserokê Komelê Osman Ozmen diyar kir ku wan ji bo hemû ciwanên nava civakê vekirina komelê kirine armanc û wan ji bo hemû pêdîviyên ciwanan pêk bên komele dane sazkirin. Ozmen, anî ziman ku dê ew bi hemû ciwan û xwendekarên bajêr re xizmetê pêş bikin û wiha got: “Armanca me yekemîn em ciwanan hişmend û bi rêxistin bikin. Armancek sereke jî ew e ku em hemû ciwanan ji nava karên wek tiryakê, narkotîk û yên ne baş azad û rizgar bikin. Mijara ku em bêtir li serê rawestin dê ya serek ev be. Em ê li hemû aliyên ciwanan xwedî derbikevin. Em ê di war û aliyî de ji wan re bibin alîkar.” Ozmen, destnîşan kir ku hemû ciwan di encama polîtayên dewletê de dest bi karên ne baş û teşvîkî karên ne baş tên kirin û da zanîn ku dê ew wek xwendekar û ciwanên zanîngehê li hember karên wisa ne baş din ava hewldanan de bin û xebatê bikin. Ozmen, anî ziman ku heta niha 25 endamê wan serî komela wan dane û got heta nihe ew ne di bin navê komelê de çi çalekî û bernameyan de cih girtine û da zanîn dê ew ji niha şûn ve li gorî rol û mîsyonên xwe ji bo xwendekaran û ciwanan gelek çalekiyên cûr bi cûr li darbixin û amade bikin.
‘Emê xwedî li ziman xwe derbikevin’
Ozmen, anî ziman ku dê ew ji bo ciwan û xwendekarên bajêr faliyetên civakî, çandî û pir cûre hileberînin û wiha berdaw kir: “Di serî de em ê li ziman, çand û hûnera xwe xwedî derbikevin. Hemû xwendekar û ciwanên ku di aliyê zimanê zikmakî de astengiya dikişînin dersa Kurdî bidin û fêrî zimanê wan bikin. Em ê ji bo hevalên xwe ciwan bi alîkariya KurdÎ-DER’ê ders bidin. Ji bo ciwan û gelê me ya pêwîst çi be çi ji destê me were em ê bikin û amade ne.” Ozmen, hem di aliyê madî û manevî de ji hemû gel û rêxistinin saziyên civakî yên sivîl destek xwest û ji bo alîkarî û piştgiriya madî li pêş bikeve û dikaribin komela xwe bi rêve bibin li benda alîkariya saziyan e.
Parastina ekolojî û jinê
Hevseroka BUODER’ê Ela Ogurlu jî anî ziman ku xebatên wan sereke yen wek civakî, çandî û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha axivî: “Ji bilî xebatên çandî em ê pergala ekolojîk û hawirdorê jî xwedî derbikevin û vê xebatê ava bikin. Ji bo ku em ciwanan ji karên narkotîk û tiryakê rizgar bikin, emê bêtir hişmendiyê bikin. Ji bo em ciwanan ji esrar û narkotîkê xelas bikin em ê semîner û konferansan pêk bînin. Dîsa em ê li hember polîtîkayên şaş ên li ser jinê pêk tên jî hewldanan bikin. Ji bo em li hember şîdeta li ser jinê bibin bersiv û rewestînin jî xebatan bikin û meşînin.”
DÎHA/ÊLIH