Desteya Bilind ya Kurd ku niha nûnertiya gelê kurd a li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeye dike, dest bi pêkanîna xalên bernameya xwe kir. Li bajarê Kobanê Komîteya Ewlekariyê ya ku berê hatibû avakirin, lez da kar û barê xwe. Hemû nuqteyên kontrolê li Kobanê niha li jêr wek desthilatdariyê dixebitin. Ev desthilatdarî di destê Komîteya Ewlekariya Kobanê ya girêdayî Desteya Bilind ya Kurd de ye. Jixwe ala desteyê jî hate bilind kirin û biryar hate dayin ku aleyên partiyan tenê li ser nûnertiyên wan were hildan. Bi vî awayî Kobanê bû yekemîn herema rojava ku bi yekdeng û yekreng û yekbiryar tê birêvibirin. Di dema pêş de wê heman tişt li Efrîn û Qamişloyê jî pêk were.
Ya rast ku praktîzekirina xalên peymana Hewlerê hinekî dereng ma. Divîyabû ev xebat beriya çend mehan bihata kirin. Lê ji ber ku partî û hêzên endamên Desteya Bilind ne xwedî yek fikrin, ev kar dereng hate xistin. Divê bê gotin jî ku hin partî hene biryara xwe ji derve distînin û têkiliyên wan bi hin aliyên muxalefeta ereb ya şoven re hene.
Tevî ku Desteya Bilind ya Kurd pirraniya partî û hêzên kurdên rojava digre nava xwe, lê dîsa jî xebatek ji aliyê hin hêzan ve tê dîtin. Hin hêzên ku di vê dema dawî de li derve hatin damezrandin, hewl didin kar û tekoşîna vê desteya kurd vala derbixin. Ew bi gelek cûreyan şerê xwe li dijî vê desteyê dimeşînin. Bi taybet li ser malperên internetê derew û iftîrayan li dijî vê desteyê belav dikin. Ji vê yekê zêdetir jî, hin hêz hene peywendiyan bi dewleta tirk an jî bi komên çekdar re ava dikin.
Di van rojên dawî de li herema Efrînê êrîş ji aliyên komek çekdarên girêdayî dewleta tirk ve li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin kirin. Di encama vê êrîşê de endamekî YPG jiyana xwe ji dest da. Balkêş bû ku ev êrîş yekser piştî lihevkirina li Kobanê û yekkirina desthilatdariya li wir, rû da. Ev tê wê wateyê ku komên girêdayî dewleta tirk û AKP´ê, wê hewledanên xwe yên ji bo têkbirina yekîtiya kurdan berdewam bikin. Ew ji destpêkê ve Desteya Bilind ya Kurd wek hedef nîşan dane û dixwazin karê wê beravêtî bibin.
AKP xwe li hevkirina kurdên rojava ranegirt û ji bo têkbirina peymana Hewlerê Wezîrê Karê Derve Ahmed Davutoglu şand herema başûrê Kurdistanê. Davutoglu hevdîtin bi Serokê Heremê Mesûd Berzanî re kirin û xwesteka wî ya herî berz ew bû ku Desteya Bilind ya Kurdên rojava dernekeve holê û partiyên siyasî yên kurd karibin ambargoyekê li derdora PYD saz bikin û wê isole bikin. Ev yek ji aliyê Berzanî ve hate redkirin. Jixwe dema Davutoglu hevdîtin bi çend endamên Desteya Bilind re çêkir, ji wan xwest ku ew PYD bidin aliyekî û xwestekên kurdên rojava di nava "yekîtiya muxalefeta Sûriyeye“ de bi sînor bikin. Ev xwestek ji aliyên endamên desteyê ve hatin redkirin.
Diplomasiya Ahmed Davutoglu li dijî yekîtiya kurdên rojava bi serneket…
Dema dewleta tirk ferq kir ku Berzanî û hêzên welatparêz yên kurdên rojava li dijî PYD dijminayetiyê nakin, êdî dest bi rêbazên texrîbatê kir. Bi riya hin kesên xwefiroş ku pere û çek hilgirtine, niha AKP´ê hewl dide yekîtiya kurdan têk bibe û xebata Desteya Bilind pûç bike. Ev êrîşa dawî ya li Efrînê jî yek ji van hewledanan bû.
Komên girêdayî dewleta tirk û AKP´ê ji bo wê yekê hatine wezîfedarkirin ku karê Desteya Bilind ya Kurd vala derbixin û eger karibin jî, divê vê desteyê ji bingehê ve hilweshînin. Hin kesên di vana van koman de kar dikin di heman demê de endamên (partiyekê ne) ku cihê xwe di nava desteyê de digre. Ev kes mîna çav û destê istixbaratên dewleta tirkan kar dikin. Hinek ji wan hatin dişîfrekirin û hinek jî hîna li ser kar in.
Ji bo ev kes bi sernekefin, divê hin tedbîrên cidî li himberî wan werin girtin:
Divê hemû dokumenetê ku ketine destê PYD ji bo partiyên din û rêveberiya başûrê Kurdistanê (Buroya Berzanî) û rêveberiya KCK û KNK´ê werin dewrkirin. Divê tevahiya hêzên Kurdistanî agahdarî sîxûrtiya van kom û kesayetan bibin.
Divê Desteya Bilind tedbîrên cidî li hemberî her kesayetekî bistîne, bi belgeyan têkiliyên wê/wan bi dewleta tirk re were isbatkirin.
Divê hêzên YPG di zûtirîn dem de bikevin çarçoveya biryara Desteya Bilind ya Kurd û hemû endamên partiyan yên welatparêz karibin cihê xwe di nava van hêzan de bigrin.
Divê PYD bi partiyên mezin yên di nava desteyê de têkiliyên hevbendîtiyê xurtir bike, da ku karibe hêzên din yên marjînal û xwedî helwestên xerab, ji rojevê dûr bixe.
Li heremên rojava her dema ku yekîtiya kurdan pêş bikeve, wê dewleta tirk zêdetir har bibe û pere û pûlan birjîne. Divê bête zanîn ku armanca AKP´ê li rojava sazkirina sîstemek cerdevaniyê ye. Eger ev sîstem bête damezrandin û cihê xwe bigre, wê ji bo tevahiya netewa kurd tahlûkeyek mezin be. Loma divê ji destpêkê ve tedbîrên xweparastinê werin girtin.
Eger ewlekariya kurdên rojava bête garantîkirin û pîlanên AKPê vala bên derxistin, wê prosesa yekîtiyê pêş bikeve û wê Desteya Bilind ji bo pirsgirêkên din amede be.
Niha li rojava xizanî zêdebûye. Koçberiyek sîstematîk peydabûye ku her roj bi sedan ciwanên kurd heremên rojava di terikînin û berê xwe didin derve. Bi sedhezaran welatiyên Sûriyeye yên ereb ji ber şerê navxweyî reviyan heremên kurdan. Gelek ji van penaberan milk û mal li bajarên rojava kirîne. Ev yek wê demografiya rojava têk bibe.
Ev hemû mijarên kar ên lezgîn in ku divê ji aliyê Desteya Bilind ya Kurd ve werin çareserkirin. Lê di destpêkê de divê zemînek baş peyda bibe. Ev yek jî bi xurtkirina yekîtiya kurdan û bi rêlibergirtina her şêweyekî mudaxeleya dewleta tirk, tê holê…
Hewledanên têkbirina yekîtiya Kurdên Rojava