Hewlên avakirina hevpeymaniyekê didomin
ROZA MIHEMED
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Li Başûrê Kurdistanê hin aliyên siyasî yên ji xeynî du partiyên mezin PDK û YNK’ê, dixwazin bi tifaq û yek lîste bikevin hilbijartinên Herêma Kurdistanê. Ev aliyên nerazî heta niha tevî ku hin civîn çêkirine jî li hev nekirine.
30’ê Îlona îsal wê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çêbin. Ji aliyê hêzên ‘nerazî’ ve li hemberî PDK û YNK’ê eniyeke berfireh hatiye avakirin.
Civînên me didomin!
Berpirsê odeya hilbijartina yê Tevgera Goran Zimanko Celal derbarê çêkirina hevpeymana li gel aliyên ‘nerazî’ peyivî û got; “Em li gel aliyên nerazî hevpeyman in. Belê ne şert e ku em hemû bibin yek lîste. Civînên me didomin û peywendiya me li gel aliyên nerazî didome. Ji niha de karên me yên hevbeş hene. Bi yek plan kare me berdewam dike.”
Dek û dolabên wan hene
Lêkolînvanê siyasî Ceza Ehmed jî rexne li wan hêzan kir ku nekarîne di nava xwe de hevpeymanekê çêkin û wiha axivî; “Ji ber nebûna baweriyê di navbera aliyên siyasî yên derveyî PDK û YNK’ê de, piştî lidar xistina çend civînan, nekarîn bigihine yek biryarê ku hemû bi hev re hevpeymanekê çêkin. Sedema vê jî ew e ku PDK û YNK’ê karîne bandor li ser partiyên derveyî xwe bikin. Kes xistine di asta herî jor a van aliyan de û bi rêya van kesên xwe dikarin bandorê li ser biryara siyasî ya van partiyan bikin.”
Li pey berjewendiyên xwe diçin
Di dawiyê de Ehmed anî zimên ku hinek hizib ji ber berjewendiyên wan li gel YNK û PDK’ê hene, difikirin ger eniyekê ava bikin, wê berjewendiyê wan bi dawî bin û got; “Li aliyê din jî ev partî ji ber ew çend li pey berjewendiyên xwe diçin, ew çend li pey berjewendiyên gel naçin. Ev jî sedem e ku aliyên siyasî nekaribin bi hev re hevpeymanekê çêbikin.”