
Li Başûrê Kurdistanê ji bo piştgîriya ji çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê û li Strasborgê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku hate destpêkirin dewam dike. Çalakî bi pêşengiya saziyên sivaka sîvîl, li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê hate destpêkirin û rastî eleqeyeke mezin hat. Tevî nûnerên rêxistinan û ciwanan hêjmareke zêde kes kom bi kom çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Koma duyemîn doh çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. Rêxistinên civaka sivîl ên Silêmanî, Şengal û Pêncewînê jî tevlî merasima dewrgirtinê bûn. Ji çalakvanan Serdar Star di merasimê de daxuyanî da û bal kişand ser rewşa xeter ya çalakvanên greva birçîbûnê yê bê dem û got; "Rewşa çalakvanan her ku diçe giran dibe. Lê herkes bêdeng e. Ev yek jî me hemûyan dixe nava fikaran."
Ji çalekvanan endamê Meclisa PÇDK Mam Hejar diyar kir ku di encama şerê qirêj ya dewleta Tirk û Hîkûmeta AKP’ê de bi hezaran siyasetmedar û nunerên gelê kurd hatine girtin û wiha got: "Tiştê herî giring tecrîda şidandi ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Hewildanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê ji bo aştî divê li ber çavan were girtin. Tevî ku PKK´ê gelek caran agirbest îlan kir, dewleta tirk lez dide operasyonên eskerî û siyasî û li ser gelê kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne."
Parlemeterê Herêma Başûrê Kurdistanê Kerwan Salar jî balkişand ser tecrîda şidandi ya li ser Ocalan û wiha got: ". Niha li pêşiya Neteweyên Yekbûyî(NY) ku dibêje parastina gelên bindest dike çalakî tê lidarxistin. Divê YN li hemberî zilma li ser gelê kurd tê kirin bêdeng nemîne. Em ji Deshilatiya Herema Kurdistan jî daxwaz dikin ku li hemberî vê zilmê dengê xwe bilind bike û bêdeng nemîne. Em heta dawî li pey gelê xwe ne û heta yek Kurd hebe wê Qendîl bibe qela berxwedanê. Ez li vir aşkere dibêjim eger deste aşîtiyê neye qebûl kirin, bersivê me Qendîl e."
DÎHA/HEWLÊR