Hey pale pale pale
Piştî dinya germ bû, şirnexiyan jî bi tirpanê dest bi dirûtina giya kir. Di ber dirûtinê re jî distrên.
Li Şirnex û navçeyên wê çinîna zad, dirptina giyê dest pê kir. Li navenda bajêr, li navçeyên wê Qileban, Basan û Bêşebabê li deverên biqelaç welatiyan bi das û tirpanan dest bi çinînê kiriye. Ew di ber karê xwe re jî stranên paleyiyê dibêjin.
Gurgîn Saît dibêje, gava distrên karê xwe zûtir dikin û got, îsal ji ber şilî zêde bûye giya jî zêde ye. Saît debara xwe bi sewalvaniyê dike, û li ser miajrê dibêje, "Ji ber ku traktor nikare bê vir, em ji mecbûrî bi tirpan û dasê karê xwe dikin. Giyayê ku em diçînin, em dikin çît, hişk dikin û li deverekê dikin lod. Paşê em li patosê dixin û zivistanê jî didin heywanên xwe." MA / ŞIRNEX