WAN: Piştî Walîtiya Wanê destûra mitînga 8'ê Adarê li Qada Beşyolê pêk bê neda hate daxuyandin ku dê mitîng li qada li ber Gajara Şaredariyê pêk bê. Li navenda Wanê û navçeyan xebatên 8'ê Adarê berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de heta niha li taxan 55 civînên jina hatine lidarxistin û hate gotin ku dê civîn berdewam bikin. Bi minasebeta 8'ê Adarê 30 hezar belavok, hezar afîş, 26 afîşên billboardan û slogan hatin daliqandin. Hate gotin ku dema ku 3 roj ji mitîngê re man dê bi wesayîtên anonsan li taxan, gund û navenda wanê banga tevlîbûna mitîngê bê kirin. Parlementera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk û parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel û Mulkiye Bîrtane dê tevlî mitîngê bibin û axaftin bikin. Piştî axaftinan Hunermend Ayfer Duzdaş, Nihal Ay û Koma Nujiyan dê konserê bidin.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê ji bi heman armancaê xebat bê navber berdawam dikin. Parlementerên BDP'ê Pervîn Buldan û Mulkiye Bîrtan jî tevlî xebatên mitînga dê di 1'ê adarê de pêk bê dibin. Wekîlên esnaf ziyaret kirin bang li welatiyan kirin ku tevlî mitîngê bibin û wesayîtên anonsan jî bang mitîngê dikin. Jinan di çarçoveya xebatan de belavok belavkirin. Mitîng sibê saet di 11.00'an de li Qada Merzanê dê bi tevlîbûna parlementerên BDP'ê Pervîn Buldan, Mulkiye Bîrtane, Parlementera Amedê Leyla Zana û Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tugluk pêk bê.
KOP: Li navçeya Kopê ya Mûşê ji bi heman armancê xebat bê navbera berdewan dikin. Jin dê di 8'ê Adarê de li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Kopê bên cem hev û ber bi Kolana Alparslan ve bimeşin. Piştî meşê jin dê li avahiya BDP'ê şahiyekê li dar bixin.
BAZÎD: Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî 8'ê Adarê dê di 7'ê adarê de li ber avahiya BDP'ê pê pîrozkirin. Jin bê navbera xebatên xwe dikin û bang dikin ku hemû jin tevlî mitîngê bibin.
NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî xebatên ji bi heman armancê hatin kirin bi dawî bûn. Mitîng dê sibê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanî pêk bê. Jinan ji bo mîtîngê li taxan civîn li dar xistin, belavok belavkirinû broşur belavkirin. Li gel vê yekê wesaîtên anonsan li navenda navçeyê geriyan banga tevlîbûna mitîngê kirin. Jin li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev bi dawol û zirnayan li navanda navçeyê broşur belavkirin. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî tevlî xebatan bû. Mitîng saet di 11.00'an de bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, Emîne Ayan û Sebahat Tuncel pêk bê. Piştî, mitîngê dê konserek bê li darxistin.
DÎLOK: Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de ji Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn re ji bo 8'ê Adarê bibe betlana faks şandin. Jin li ber postexaneya navendî hatin cem hev û pankrata "Ji metîngeriya cînî, zayendî û neteweyî re na" vekirin û sloganên "Jin jîyan azadî", "Bijî piştgiriya jinan" û "Jin, jin azadî" berz kirin. Sekreteriya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Dîlokê Elîf Bezgîn têkildarî mijarê de daxuyanî da û wiha got: "Em ji ber ku kedan jinê tê metîngerkirin û li ber çav nayî dîtîn di îsyanê de ne." Bezgîn xwest ku demildest jinên KESK'î yên hatin girtin serbest bên berdan.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê amadekariyên mitînga 4'ê adarê berdewam dike. Di çarçoveyên xebatên mitîngê de li navçeyê afîş hatin daliqandin. Mitîng dê saet di 12.00'an de pêk bê. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyd Teker, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol tevlî mitîng bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN