Heta niha di wê navendê de 9 dewreyên zimanê Kurdî hatine vekirin û ev dewre ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tên û tevlîbûna kesên ereb zêde ye. Têkildarî mijar Endazyar Ebdulkerîm El-Hesen ku yek ji kesên bi eslê xwe erebe û xwe fêrî zimanê Kurdî dike, diyar kir ku di nava Kurd û ereban de çarenûseke hevbeş heye. El-Hesen, da zanîn ku armanca wî ji fêrbûna zimanê Kurdî ew e ku bêtir dîroka Kurdan nasbike. Mamosteya Zimanê Kurdî Evîn Fermed, jî ji bo vekirina saziya zimanê Kurdî li Rimêlan û fêrbûna şêniyên ereb a zimanê Kurdî keyfxweşiya xwe nîşan da.
GIRKÊ LEGÊ