Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Îzmirê ku ji bo Kurdî fêrî welatiyan bike û li ser ziman lêkolînê bike li Îzmêr hate vekirin, di 23’ê cotmehê de bi beşdariya 100 şagirtina dest bi serdema nû dike. Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Îzmirê ji bo li metrepolan xizmetê bide welatiyên ku ketine ber pêla pişaftinê, dest û bendên xwe badan û dê hefteyek şûnde dest bi perwerdehiya ziman bike. Nûnerê KURDÎ-DER’ê yê Îzmirê Mustafa Borak, anî ziman ku heta niha 100 kesan serî li wan daye û herî zêde xwendekarên zanîngehê serî li wan dane. Borak, anî ziman ku ger daxwazê fêrbûna ziman hebe, hêjmar çi dibe bila bibe, li ku dibe bila bibe dê biçin li wir dersa ziman bidin û wiha got: „Em dê di nava her şert û mercî de li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.“
Rêvebera KURDÎ-DER’ê Janya Acar jî anî ziman ku wan 7 meh berê plansaziya perwerdehiyê amade kir û wiha got: „Ji bo her kes karibe bi hêsanî beşdarî dersan bibe, em di saetên êvarî û dawiya hefteyê de dersan didin.

‘Ez wekî tirkekî bi axaftina kurdî serbilind im’
Xwendekarê Kurdî Şevkî Evrendîlek ê 52 salî ku bi îngîlîzî û firansî wergerê dike, 2 sal berê biryar da ku fêrî kurdî bibe. Evrendîlek, anî ziman ku ji ber ew di nava Kurdan de dijî û bi kurdî nizane, wekî tirkekî şerm dike û ji ber vê yekê biryar da ku fêrî kurdî bibe. Evrendilek, anî ziman ku ji ber ev derfeta fêrbûna kurdî li Îzmîre dît xwe li kursa kurdi qeyd kir û niha fêrî kurdî dibe. Evrendîlek, da zanîn ku niha hêdî hêdî fêrî kurdî dibe û kêfxweş e ku fêrî kurdî dibe.

Dîlan Ortak a 14 salî ku li Îzmirê ji dayik bû û mezin bû, anî ziman ku ji ber Kurde û nikare bi kurdî biaxive zahmetiyê dikişîne.

DÎHA/ÎZMÎR