Şagirtên di sala perwerdehiya 2012-2013'an de, li çar dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, bi kêfxwşiyeke mezin, not, raport û xelatnameyên dersên Kurdî wergirtin.

Li eyaleta Bremenê ji sala 1993'an ve bênavber dersên Kurdî wek 'Dersa Zimanê Dayikê' fermî tên dayin. Hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana wan ya nirxandina dersan, an not an jî kurteraporeke di derbarê pêşveçûna wî/wê ya di dersa Kurdî de werdigirin. Eger şagirt di dersên din de not digire, di dersa Kurdî de jî not digire, eger ew di dersên din de raporê digire, di dersa Kurdî de jî raporê digire. Notên ji bo dersên Kurdî tên dayin, mîna dersên din xwedîbandor in û di bawernameyên (Zeugnis) şagirtan de têne nivîsandin. Şagirtên pola 4'an an jî ya 6an diqedînin, di dawiya sala perwerdehiyê de xelanameya (Urkunde) ku ji aliyê mamosteyê Kurdî û gerînendeya/ê dibistanê ve tê îmzekirin, werdigirin.

Li 9 dibistanan dersa Kurdî

Li ser pirsa me, mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş got: „Ji sala perwerdehiya 1992-93an, ango ji demeke qasî bîst salan ve, bê navber li dibistanên, malbatan li wan serîlêdan pêkanîne û zarokên xwe nivîsandine, dersên Kurdî fermî tên dayin. Heta vê nîvsala dawî ya perwerdehiyê, ji aliyê min û Mamoste Suleyman Gûlpinar ve dersên Kurdî dihatin dayin. Hingê li 9 dibistanan hijmareke qasî 230 beşdarî dersan dibû. Lê Mamoste Suleyman Gûlpinar teqawîd bû. Vêgavê ez tenê ders didim. Di vê sala perwerdehiyê ya îro bidawî bû de, li pênc dibistanên seratayî, 102 şagirt, ji aliyê dê û bavên wan ve ji bo dersên Kurdî hatibûn nivîsandin. Ji wan, 91 şagirt serast û 3 kes jî car-carnan beşdarî dersan bûn. 8 şagirt jî qet beşdar nebûn. Herwiha ji van şagirtên mijara gotinê, 20 kesên polên 4 û 6an yên jî xwendina xwe qedandin xelatnameyên xwe wergirtin.

'Divê malbat li mafê xwe bipirsin'

Wekî din jî Mamoste Emîn Aktaş pêde çû û got: “Hîn ne diyar e, ka cihê Mamoste Suleyman Gûlpinar wê were dagirtin an na. Tevî hemû hewldanên min, Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) û herwiha yên Şêwra Personelên Dibistanê (Personalrat Schulen) heta roja îro Senatoriya Perwerde û Zanistê bersiveke, ku wê kesekî/e din ji bo cihê ji Mamoste Suleyman vala bûye, tayîn bike, nehatiye dayin. Ji bo mafê hatiye destxistin, ji destê wan neçe, malbat û saziyên Kurd xwedîmaf in, ku li mafê xwe bipirsin. Heta roja îro, di warê berdewamkirina dana dersên Kurdî de, ji aliyê Senatoriya Perwerde û zanistê ve  kêmasiyek çênebûye. Senatoriyê ji bo bicihanîna daxwaziyên malbatan yên di derbarê dersên Kurdî de, hemû derfet nirxandine. Ez pê ne hisiyam e, ku ji demeke qasî bîst salan ve, li dibistaneke Bremenê tenê hest şagirt jî, ji bo dersên Kurdî hatibin nivîsandin û ji aliyê Senatoriyê ve ev daxwaziya wan nehatibe bicihanîn. Di warê maf de, li Bremenê li pêşiya dersên Kurdî ti astengî tinin. Kêmasiyên hene yên me Kurdan bi xwe ne. Ez hêvîdar im, ku senatorî  mafên Kurdan bi qurbana teserûfkirina çend hezar Euro neke. Herçiqas mafê dersên Kurdî li Bremenê hebe jî, gava malbat zarokên xwe nenivîsin û serî li senatoriyê nedin, nikarin ji vî mafî sûdwerbigirin. Eger ji xeynî şagirtên berê besdarî dersên Mamoste Suleyman Gûlpinar dibûn, qasî 80-90 zarokên nû werin nivîsandin, malbat dikarin tayînkirina 2 mamosteyan jî daxwaz bikin. Ji bo vê yekê derfet hene û rêyên zagonî vekirî ne“


Salake serkeftî bû
Mamoste Emîn Akbaş wek peyva dawîye got: Min bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenshaft-GEW) û herwiha bi xebateke baş bi senatorî, dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdehiyê ya serkeftî li pey xwe hişt. Ez ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serkeftinê hêz, alîkarî û piştgirî dane min sipasiyên xwe pêşkêş dikim û bi taybetî jî, ji şagirt û malbatan re betlaneyeke xweş ya bê derd û bela hêvî dikim.



ÎLYAS ERSOZ/BREMEN




Li Qoserê perwerdehiya Kurdî

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê bi slogana "Zimanê me nasnama me ye" li taxan perwerdehiyê dide jin û zarokan.
TZPKurdî û Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê bi slogana "Zimanê me nasnama me ye" li taxan ji jin û zarokan re dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Perwerdehiya Kurdî ya li taxa Turgut Ozal dest pê kir Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Qoserê Halîl Kuzu, Serokê TUHAD-DER'ê Adîl Başaran, endamên BDP'ê, xebatkarên Navenda Jinê ya Nuda, welatî û gelek zarok tevlî bûn. Berî perwerdehiyê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Qoserê Halîl Kuzu têkildarî armanca kampanyayê de axivî û wiha got: "Em dê bi vê xebatê pêşiya polîtîkayên asîmîlasyonê bigirin. Asîmîlasyon li hemberî hemû Kurdan bi awayekî cudahî pêş dikeve. Em dixwazin hemû kes bi taybet jî ciwan piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Ciwanên Kurd bi zimanê li dibistanan hîn dibin na bi zimanê dayîk xwe bînin ziman." Kuzu, anî ziman ku divê jinên Kurd û ciwanên Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin û wiha axivî: "Kurdî heya niha ji aliyê dayîkan ve hate parastin û hate vê astê. Ji ber vê yekê divê em qîmeta Kurdî bizanin. Divê dayîk û zarok bi heman ziman biaxivin."
Şaredarê Qoserê Ferhan Turk jî wiha got: "Divê zimanê Kurdî li qada kiryariyê û kolanê bê axivîn û nivîsandin. Zimanê Kurd hatin qedexekirin û rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê gelek ziman tunebûn lê Kurd li hemberî vê yekê ser ket. Ji ber ku Kurd dê her tim xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derbikevin."

DÎHA/MÊRDÎN