
Rojnameger Mazlum Ozdemîr ku ji doza KCK’ê ya Çapemeniyê piştî 2 salan girtî ma û serbest hat berdan jî diyar kir ku di salên 90’an de rojnameger dihatin qetilkirin û kuştin û niha jî tên girtin û dixwazin bi vê polîtîkayê ser rastiyan bigirin û bincil bikin. Ozdemîr, destnîşan kir ku ew serbest hatin berdan, lê hêj gelek hevalên wan girtî ne. Ozdemir, da zanîn ku ev şev ji bo wan gelek girîng e û nîşan dide ku kevneşopiya çapemeniya azad li gel hemû zext û zordariyan têkoşîna xwe berdewam dike.
‘Berxwedanê êrîş vala derxistin’
Rojnameger Mehmet Emin Yildirim ku ji doza KCK’ê ya çapemeniyê serbest hat berdan jî anî ziman ku polîtîkaya li hemberî çapemeniya Kurd nehatiye guhertin, lê ew bi berxedana xwe û têkoşîna xwe vê polîtikayê pûç dikin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Kordînatorê Weşana DÎHA’yê Hatice Şahin jî peyama Midurê Nûçeyan a Stêrk Tv Rojnameger Bakî Gul ku di sazkirina ajansê de cih girtibû xwend. Gul di peyama xwe de diyar kir ku salvegera DÎHA yê pir watedar e û ketiye 12 saliya xwe. Gul, da zanîn ku temenê DÎHA’yê di temenê Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û zarokên Roboskîyê de ye û ev zarok hemû di tememên xwe yên 12 salî de hatin kuştin. Gul, anî ziman ku DÎHA ji bo pergalê bi qasî zarokekî ku kevir bavê wan û bi qasi Mazlum Erencî ku derket çiyê bi hêrs û bi qasi Apê Musa zane ye. Gul, da zanîn ku pir baş e ku DÎHA hatiye avakirin.”
Piştre peyamên din hatin xwendin û herî dawî Pasta yê 12’emîn sala DÎHA’yê ji aliyê dayik û bavê nûçegîhanê DÎHA Mazlum Erencî û Edîtorê DİHA Îbrahim Aslan ve hat birîn. Şahî bi govendê bi dawî bû.
DÎHA/AMED