Dr. Necmeddîn Kerîm, li mala xwe ya li taxa Arafa ya Kerkûkê heyeta HDP’ê pêşwazî kir. Hevdîtinê saet di 10.15’an de dest pê kir û bi qasî saetekê dewam kir. Piştî hevdîtinê Kerîm û Demîrtaş bi hev re daxuyaniyekê dan çapemeniyê. Heyeta HDP ê piştî serdana Kerkûkê derbasî Silêmaniyê bû. Li Silêmaniyê jî li gel sekreterê YNK ê Celal Talabanî û cîgira sekreterê YNK ê Hêro îbrahîm Ahmed civiya.


‘Em bi hatina heyeta HDP‘ê kêfxweş in’

Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana HDP’ê ya Kerkûkê bilêv kir û got: “Di vê hevdîtinê de îmkanên me çêbûn ku em nêrînên xwe yên li ser têkoşîna girîng a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û diyaloga navbera Kurdan bi birêz Demîrtaş û heyeta HDP’ê re parve bikin. Ji niha û pê ve em ê hîn bêhtir hewl bidin di vî warî de bi berpirsyariya xwe rabin.”


‘Kerkûk mînakeke demokrasiyê ye’

Piştî Kerîm Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber dîtina Kerkûkê bilêv kir. Demîrtaş diyar kir ku demeke dirêj e nîqaş li ser statûya Kerkûkê tê kirin û destnîşan kir ku tevî vê rewşa ne diyar jî, cihêrengiya li Kerkûkê bi rengekî ku bibe mînak ji demokrasiya radîkal re, bi hev re di rewşeke aştiyane de dijîn. Demîrtaş da xuyakirin ku Kerkûk di pêvajoyeke zehmet de ye û got, “Tevî vê yekê jî wê her tim weke bajarekî mînak bimîne ku hemû cihêrengiyan tevlî rêveberiyê dike. Lewma ez spasiya hemû partî û şexsiyetên Kurdistanî yên di vî warî de keda wan hene, dikim. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû gelên din ên li Kerkûkê dikim.


‘Dr. Kerîm ji bo herêmê girîng e’

Bi taybetî spasiya waliyê Kerkûkê birêz Necmeddîn Kerîm dikim ku li dijî her şêwe êrîşan, hewl dide bajêr biparêze û aştiya navxweyî pêk bîne. Jê re serketinê dixwazim. Hêvîdar im di vê demê de ku hewldanên girîng ji bo aştiya navxweyî ya li Kurdistanê tên kirin, wê hemû partiyên Kurd bi ruhê yekîtî û diyalogê ji bo pêkanîna aştiya herêmî kedeke girîng nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de, wê Birêz Necmeddîn Kerîm jî weke şexsiyet û siyasetmedarekî girîng ê Kurd, ji bo pêkhatina diyaloga navbera Kurdan û aştiya navxweyî, erka bikeve ser milê xwe bi cih bîne.”

Heyeta HDP’ê piştî hevdîtina li Kerkûkê berê xwe da Silêmaniyê. Tê payîn heyet ewilî bi Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî re rûnê. Heyet wê piştre bi rêveberiya YNK’ê û nûnerên partiyên din ên siyasî re hevdîtinan bike.