Parlamenterên Swêdî yên di nava heyeta Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) de cih girtin û xwestin Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bibînin, lê destûr ji wan re nehat dayîn, astengkirina hevdîtinê şermezar kirin û gotin, ew ê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re bidomînin.

Serokê Navenda Olof Palme Jens Orback got, “Rejîma AKP’ê, binpêkirina mafên mirovan û zextên xwe yên li ser mûxalefetê gîhand wê astê ku hevserok û parlamenterên duyemîn partiya herî mezin a mûxalefetê bigire. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê xurtir bikin.”

Orback destnîşan kir, ku Tirkiye hurmetê nîşanî azadiya çapemenî û ramanê, nîşanî mafên mirovan nade û got, “Em dixwazin parlamenterên HDP’ê, rojnamevan û şaredarên Kurdan derhal bên berdan.”

‘Emê raya giştî serwext bikin’

Parlamentera Partiya Karker a Sosyal Demokrat Marîe Granlûnd jî da xuyakirin, ku tevî parlamenterên ji Awûstûrya, Îtalya, Elmanya, Fransa û Swêdê ew neçar man e li pêşberî girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Granlûnd diyar kir, dema ew li Swêdê vegeriyan, ew ê binpêkirina mafên mirovan û rewşa li Tirkiyeyê ji raya giştî ya Swêdê û tevahiya cîhanê re vebêje. Granlûnd got, “Em ê rastiyan ji gel re eşkere bikin. Ez di wê baweriyê de me ku divê parlamenterên welatên din ên Ewropayê jî helwestê li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nîşan bidin. Lazim e her kes li ber vê rewşê rabin.”

‘Binpêkirin di asta herî bilind de ne’

Alîkarê Serketerê Navneteweyî yê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Morten Lofberg anî ziman, mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê her kêm dibe û bi girtina Hevserokên HDP’ê, parlamenter û hevşaredaran re binpêkirina mafên mirovan derketine asta herî bilind.  Lofberg got, “Gelek saziyên medyayê yên li Tirkiyeyê bi sûcdariyên bêbingeh hatin girtin. Em ji ber vê binpêkirina mafên mirovan gelekî bi fikar in. Piştgiriya me ya ji bo HDP’ê wê bi rê û rêbazên cuda bidome.”

Çetîn: Divê bên berdan

Hiqûqnas û Ombûdsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokratan Evîn Çetîn jî da xuyakirin, ku cara yekemîn e hejmareke zêde ya parlamenteran ji Ewropayê ji bo destekkirina HDP’ê û serdana hevserokan çûye Tirkiyeyê û ev yek ji bo wan gelekî girîng e. Çetîn got, “Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê girtiyan e ku karibin bi cîhana derve re têkiliyê deynin. Lê belê hikûmeta Tirk qanûnên navneteweyî tine dihesibîne û nehişt hevalên me Demîrtaş bibînin. Beriya her tiştî em dixwazin parlamenterên HDP’ê û hevşaredarên hatine girtin derhal bên berdan. Ji bo dema pêş jî, zehmet û tarî jî xuya bike, em dixwzin şerê li Tirkiyeyê biqede û veger li danûstandinên aştiyê were kirin.”


MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM