Çalakiya rûniştinê ya bêdem a ji bo diyarkirina rewşa ewlehî û siheta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Franseyê Strasbourgê di roja xwe ya 19´an de dewam dike.

Çalakgeran çalakiya xwe doh bi bernameya Hozan Farqîn û gotina marşa Çerxa Şoreşê dest pê kir. Piştre i pşêiya avahiya Konseya Ewrûpayê sloganên ji bo heyeta CPT biçe Îmraliyê hatin gotin. Çalakgeran bi sloganan doza azadiya Ocalan jî kir.

Çalakger saet 14´an ber bi avahiyê ve meşiyan û li wir çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kir.

Pêr heyetekê li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd bi berpirsiyarên CPT û berpirsên Konseya Ewrûpayê yên ewlekariyê re rûniştin. Heyetê daxwaz kir ku tavilê heyetek biçe Girava Îmraliyê, li ewlehî û siheta Ocalan bipirse û encaman jî di cih de bi raya giştî ya Kurd re parve bike.

Heman heyet doh jî saet 16´an bi rayedarên CPT´yê re rûnişt û dema nûçeya me dihat amadekirin çavlirê bû ku daxuyaniyekê bide raya giştî.


Bibîranîna welatparêzan

Di çalakiyên li konê çalakiyê de jî hem Xalê Elî (Ali Başar ê hefteya bihurî wefat kirî) û hem jî Pîr Mustafa Deprem (ê doh danê sibehê li Kolnê ji ber pençeşêrê wefat kirî) bi axaftinan hatin bibîranîn.

Hevserokê KONGRA GEL Remzi Kartal ji bo bîranîna herdu welatparêzên Kurd got, Wan tevahiya jiyana xwe ji bo jiyaneke bi rûmet seferber kir, ew hevrêyên me yên fedakar in û ji ber wê ew ê neyên ji bîr kirin. 


STRASBOURG