Kesên nezan, bi gotinan, bi vegotinan, bi rasteqîniyê û bi nesîhetan tênagihin. Desthilatdarên nezan û fêhmkor jî her wisa ne... Zanîn, fêrdarî û hînbûna wan, zêdetir bi marîfeta tirsê ve pêk tê. Divê di bin destê te de, ji bo desthilatdariya zulimkar amûreke tirsandinê hebe û bi tirsa wê amûrê dilê wî zingazing lêde ku ji te bitirse, were rayê.
Desthilatdariya Tirkiyê, îro, ji kevneşopiya xwe ya 700 salî wêdetir fêmkor e. Nezanî, cehalet, fêhmkorî, nefsmezinî, pozbilindî, quretî, hêrs û çavkorî ya wan jî, taybetmendiya wan a îroyîn e. Dijwartiya şerê îro jî, bi vî rewşa hanê ve girêdayî e. Ger desthilatdarî evqasî nezan, kor û pozbilind nebûya, jixwe bi rê ya siyasetê ve çareseriyeke kêşeyê bidîta. Lê dîrok rayî me dike ku, desthilatdarî carina tên digihîjin wê astê ku, ji xêynî tirsê, tu tişt û tu amûreke mirovî nikare çavkorî û tundiya wî re bibe derman.
Birastî ji bo berxwedêran, derdela vê yekê pirr giran e. Gelek xetere hene di nav vê şerê de. Talûkeya têkçûyîn û binketinê jî her dem derbasdar e. Îradeyeke gelek gelek mezin dixwaze ku têk neçî. Divê heya dawiyê ber xwe bidî, piştgiriya civakê wenda nekî, ji hêz nekevî, di encamê de jî wek leşkerî têk neçî ku di dilê desthilatdariyê de bibî tirseke hewilnak. Ji te bitirse û bi tirsa canê xwe ji bo çareseriyeke mirovî were ser masê.
Xwedî mafên rewa bûn, di vî astê de ne biwate ye. Divê desthilatdar, sedî sed bizanibe ku “rewşa hanê ji bo min, ji bo pêşeroja min xetereyekî mezin ve têr û tijî ye, ger ez çareseriyek nebînim ezê têk biçim”, necax wê çaxê ji bo “çareseriyeke mafî” zimanê wî vedibe, îja wekî însaneke dilnizm û xwedî raman diaxive, ji bo çareserî û ji bo bidawîkirina şerê bi çar destê xwe ve dikeve nav hewldanên giran.
Rewşa desthilatdariya Tirkiyê ya îro heman ev yek e. Kir nekir heta niha negihîşt encamek. Rê û rêbaziyên ku nehatiye ceribandin nehîşt, hemûyan ceriband, tundî bêjî tundî, derew bêjî derewînî, kujertî bêjî kujertiyên cûrbecûr, qetlîam bêjî li gor derfetên xwe ji kokê ve qetlîam, hilweşandin bêjî li seranserî hemû erdnigariyê, bombebaranî bêjî tu ciheke bombe lêneketî tê nema...
Pêdiviyek hebû, divê hemû derfetên şerê werin raxistin, werin ceribandin, hemû îmkan werin xelaskirin û encax piştî vê yekê mase ya çareserî û aşitiyê were danîn. Di sala 2012 û şûnde hemû van îmkanat xelas nebûbûn. Hê jî di dilê desthilatdaran de şik hebûn ku “gelo hemû êhtimal xelas bûne, tu rêyeke binpêkirina Kurdan nemaye gelo?” Lê vê car, piştî ku şerê çiya ya îsal destpê kir û têyare ya Qobrayê hate “şikandin”, kete xwarê, piştî wê hê bawer in, îqna bûne ku tu rêyek jî nema ye. Li şarên Kurdistan, li bajarokan, li çiya û li dervayî Mîsak-i Milî jî hemû derfetên serkeftinê ji destê wan çû. Berevajî roj bi roj derfetên Tevgera Azadiyê bilind bû, mezin bû, tekiliyên navnetewî jî her wisa ji destê wan çû û kete destê tevgerê, di dawiyê de jî nakokî hate wê astê ku, di her asta dijwarkirina şerê de, ji bo desthilatdariyê, xetereya têkçûyîn a hê mezin derket pêş.
Welhasilîn, hate dîtin ku şer çiqasî mezin be jî nedigihê encamê. Bi vî hawî, di nav rêvebertiya desthilatdariyê de fêhmkorên herî fêhmkor jî fêhmkirin ku Tevgera Azadiyê bi tu şiklî nayê binpê kirin, têk naçe û berevajî her roj hêza xwe mezin dike, tekiliyên xwe yên diplomatic qewîntir dike, amûr û derfetên xwe yên şerkirinê xurtir dike, û êdî tirs ket dilê...
Îja em di asta “tirsa dilê” de ne. Takûkeyeke vê jî heye birastî. Çi ku di dîrokê de mînakên gelek hewilnak jî hene. Wekî Wîetnamê, wekî Hîroşîma, hwd… Lê ew zanin ku çare nîn e. Ez bi para xwe dibêjim ev şer şerê dawî ye. Dawîbûna şerê jî dê bi tirsa canê desthilatdaran pêk bê...
Vaye hate nivîsîn, de werin temaşeyê…