Helbest ne muzîk bi xwe ye, lê muzîk helbest bi xwe ye.
Peyva bêmuzîk nîne, lê muzîka bêpeyv heye.
Û peyv bo her muzîkê serkanî ye, jêderke ye.
Muzîk di bingeha xwe de bi amûran govenda ku li dû û li dora peyvê digere ye.
Sihar sihar helbestekê heyranok anîn bîra min. Û heman helbestê kir ku helbestê heyran heyran, heyranokî bixwînim,bigorînim di ber xwe de: Hey lawik!
Erê; niha, vê kêlîkê, bisteke din, nîvro, paş nîvrô, esira teng, destê êvarê; li mal, li der; li ser perê riya ku niha piyên min li serê disûrikên ber bi Ofîsê ve; du peyv, du peyvên li qîrîna birînê pêçayî, bi dû her çûyîyî de  mîna du kevokên pêjna mirinê kiribin, dê biteriqin ji nava lêvên min: ‘Hey lawik !
Li her bênderê çav, li çavên te yî bahrî digerin’!
Wekî gellekên tiştekî xwe; hevala  xwe, yara xwe, kurê xwe, qîza xwe, gundê xwe, xewnên xwe, hêviya xwe, bîra xwe, baweriya xwe, bîreweriya xwe wenda kirî; min jî çavin wenda kirin:
Ew, ew çav hatin wendakirin ji ber çavên min!
Lê çavên min hê jî di nava evqas çavan de li wan, li çavên wan digerin:
Ji ber ku mirov di neynika çavê hev de hevdu dibîne. Û we, heke we jî yek wenda kiribe, we bêriya yekî/ê kiribe, di nava biçavên bajarekî de li welatekî, çavên we dê li çawên wî/wê bigerin:
Çavên Rêdûr jî di çavên hevalekî wî de li çavên hemû hevalan digerin û ew li pey hevalê xwe yê ku wî çavên wî wenda kirine; bi awaza heyranokekê helbestekê li dû çavên wî dihoyîne:

‘Hey lawik! Tu hîn gonce yî di bendika dil de


Belkî çend xwedênenas bi sûretê Xwedayî derkevin pêşiya te
Û ji te re bi şîretên ayetî kaşo şîretan bikin
Gidî gidî! tu bi wan nexapî
Mebesta wan dagerîna rê û rêwitiya te ye
Ma ne bi heman tiştî bav û bapîrên me jî mat kiribûn
Tu zanibî: Dujminê bavê tu carî nabe dostê lawê!


………………………………


Hey lawik!
Te agirek xulavî pêxist û pişko avêt nava dilê min
Bibore…helbest êd îte vanabê je;lewre tu bêhempa yî
Lê tu zanibî: berdêla azadiyê xwîn e
Civaka ku derdêlê nede,peyda nake bedewê’!
Helbest ew helbest e,ku bedew be.
Û bedew ew bedew e,ku helbestê bedewtir bike, bi helbestê bedewtir bibe!
Eşêfa Temenekî, Helbest, Rêdûr Dicle,Wş.Ronahî,2012