Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo bicîhanîna pêdiviyên jiyanî yên sed hezaran welatiyên Rojava yên ku ji ber erîşên dewlata tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne û ji bo tedawî û dermankirina kesên ji ber wan erîşan birîndar bûne, wek gava peşîn 500 hezar euro alikariya madî şand.
Li gorî daxuyaniyê; Heyva Sor a Kurdistanê piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di 9’ê Cotmeh’ê 2019’an de, ji bo gelên Rojava kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.
Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de tê gotin, Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Rojava jin, zarok, kal û pîr jî di navê de sivîlan dikin hedef. Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan tê tinekirin.
Dewleta Tirk a dagirker xanî, avahî, nexweşxane, bendav, kampên penabaran dike hedef û bombardumandike.
Her wiha ambulans û navendên tendirûstiyê û xebatkarên Heyva Sor a Kurd jî di êrişan dibin hedef.
Ji ber van êrişên hovane sedan kes hatin qetilkirin û birîndar kirin her wihabêtirî 200 hezar welatiyên Rojava jî neçar man û koçber bun û niha di nava şert û mercên zor de ne.
Li gorî daxuyaniyê, ev alîkariya ku hatiyê şandin wê ji bo bicîhanîna pêdiviyên koçberan û her wiha ji bo tedawiya birîndaran were xerckirin.
Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku alikariyên wan ji bo Rojava çawa ku ev 8 sal in bê navber dewam dikin wê her tim dewam bike.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN