Kongre li bajarê Almanyayê Kolnê bi tevlîbûna 46 delege û nêzî 50 mêvanan pêk hat. Nûnerê saziya Kurd jî tevlî kongreyê bûn. Piştî rêzgirtinê, Serokê Heyva Sor  a Kurdistanê Hesen Dogan axaftina destpêkê kir. Dogan di axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatên saziyê yên ji  bo gelê Kurd hatine kirin û bang li her kesî kir da ku li Heyva Sor a Kurdistanê xwedî derkevin.

Di kongreyê de, peymanên saziya Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê Kon-Kurd, Kongreya Netewî a Kurdistanê KNK, Civaka Îslamî a Kurdistanê, Buroya Aştiyê ya Jinan, Federasyona Komelên Êzidî, Enstûtiya Kurd, Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Kurdistanê hatin xwendin. Di peyaman de, xebatên Heyva Sor a Kurdistanê hat silavkirin.
Piştî xwendina peyaman, rapora xebatê ya sala 2012’an bi awayekî berfereh hat nirxandin. Paşê jî delegeyên kongreyê nêrînên xwe anîn ziman. Di nirxandinan de hat bibîrxistin ku Heyva Sor a Kurdistanê ji roja hatiye damezrandina mohra xwe li gelek xebatên girîng daye û beyî ti cûdahiyê bixe nava gelan destê alîkariyê dirêjî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê kiriye.

Ji bo Rojava bang

Di axaftinan de li ser rewşa Rojava û şert û mercên dijwar ku gel tê de ye jî hate rawestîn. Delegeyan kişandin ser aloziya li Sûrî dewam dike û anîn ziman ku di encamê de bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûne. Di vê mijarê de hat diyarkirin ku ji ber siyasetên rêjîma Sûrî yên şerxwaz û êrîşên wê yên li dijî taxên Kurdistan li bajarê Helebê, bi deh hezaran Kurd koçberî bajarên Efrîn û Kobanê bûne û vê gavê di nava şertên giran de dijîn. Di kongreyê de hat gotin, ji ber şerên ku li Sûrî dewam dikin, Saziya Heyva Sor a Kurdistanê demên dawî giraniya xebatên xwe ji Rojavayê Kurdistanê veqetandiye û di vî warî de li seranserê Ewropayê kampanya alîkariya lezgîn daye destpêkirin. Di axaftinan de hat gotin ku ji ber helwestên xemsar, kampanya Rojavayê Kurdistanê heta niha negihiştiye armancên xwe û di vî warî de banga hestiyariyê li tevahiya saziyên Kurd û Kurdistaniyên li Ewropayê hat kirin.

Rêveberiya nû hate destnîşankirin

Piştî nirxandinan, ji bo bihêzkirina xebatan, delegeyên kongreyê biryardariya xwe nîşan dan. Dûre jî ji bo destnîşankirina rêveberiya nû ya Heyva Sor a Kurdistanê hilbijartin pêk hat. Di encamê de, Şemsettîn Kara weke serokê nû yê saziyê û Mahmûd Emîn, Murad Sargûn, Hesen Dogan û Fettah Cîrît jî,  ji bo  rêveberiyê hatin hilbijartin. 

KOLN