Li salona konferansê ya Şaredariya Lîvorno ya Îtalyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezrandina Mezza Luna Rossa hat îlankirin.
Yek ji damezrînerê Mezza Luna Rossa Alîcan Yildiz, Heyva Sor da nasîn û xebatên heta niha hatine meşandin vegot.
Serokê Meclîsa Şardariya Lîvorno Gîovanna Caparello di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku avakirina Mezza Luna Rossa ya li Lîvorno ew gelek kêfxweş kirine. Caparello hinek derdorên çapemeniya Îtalyayê rexne kir got: “Ev demeke dirêj e li Kobanê û Şengalê şer heye. Ji ber ku kesên li wir jiyana xwe ji dest dane nedîtin, vê ez gelek xemgîn kirim.”

Banga alîkariya lezgîn

Yek ji damezrînera Mezza Luna Rossa Şevda Sonmez jî  da zanîn ku tevî hê avabûn wan gelek nû ye jî wê ji bo hewcedariyên Kobanê û Şengalê bi tempoyek mezin dest bi xebatan bikin û got: “Hewcedariya gelê Kobanê bi alavên zarokan, derman, betanî û her wekî din hene. Hedefa me ya din jî ev e ku em ji bo zarokên mexdûr ên şer ‘malbatên xwedî lê derdikevin’ bidin destpêkirin.
Alîkara Şaredarê Lîvorno Stella Sorgentenîn jî peyamek şand û ji bo xebatên Mezza Luna Rossa serkeftin xwest.
Mezza Luna Rossa ji bo alîkariyan hesabên bankayê û navnîşan aşkera kirin. Desteyê her wiha wê 17’ê Çile bi armanca piştevaniyê civînekê pêk bîne.
Agahiyên ku  Mezza Luna Rossa parvekirine wiha ne:
Mail: mezzalunarossacurda@gmail.com
fb: Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus - twitter: MezzalunaRossaCurda
Coordinate bancarie per donazioni:  Conto: 1000 / 00132226
Intestato a: Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus

IBAN: IT63 P033 5901 6001 0000 0132 226 0


MEHMET FÎLÎZ/ANF/LÎVORNO