
Heyva Sor a Kurdistanê di dewama daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê kir ku destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin li gelê ku li Bakurê Kurdistanê bûye mexdûrê dewleta Tirk û tevlî kampanyaya alîkariyê bibin.
KOLN
Li Meschedeyê seferberiya Kurdî Meclîsa Jinê ya Arjîn-Meschede û Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê dest bi seferberiya Kurdî kirin. Li bajarê Elmanyayê Meschedeyê, jin li Mala Kurdan di semînerekê de li hev civiyan. Di semînerê de ku Meclîsa Jinê ya Arjîn organîze kir, xebatkarên Enstîtuya Kurdî jî amade bûn. Ji Enstîtuya Kurdî Aysel Avesta Aydin got, “Ji bo em hêjayî Delalan, şehîdên Bestayê û lehengên navê wan nehatiye bihîstin bibin, divê em tevna jinê ya rêxistinbûnê xurtir bikin. Divê dayik dest li mijara zimanê dayikê werdin ku li Ewrûpayê birîneke mezin e.” Ji Enstîtuya Kurd a Elmanyayê, Îlyas Îsen jî li ser dersên zimanê dayikê yên divê li dibistanan bên dayin, agahî dan dayikan. Di semînerê de ku jinan bi baldarî şopand, Îsen soz da ku hem der barê dersên Kurdî yên li dibistanan hem jî di mijara ziman de bi meclîsa jinê û meclîsa giştî re bixebite. Her wiha, li ser daxwaza meclîsa jinan wê xebatkarên Enstîtuya Kurdî hefteyê rojekê ji bo jinan kursa gramera Kurdî û xwendin-nivîsandinê organîze bikin. MESCHEDE