
Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, bi wesîleya meha Remezanê, xwarina fitarê da xelkê Sûrê. Heyva Sor bang li Kurdên li Ewrûpayê kir da ku fitre û zekatên xwe bişînin ji gelê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin.
Heyva Sor a Kurdistanê, di meha Remezanê de jî destê xwe yê alîkariyê dirêjî şêniyên navçeya Sûrê ya Amedê kir, ku navçe ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xerakirin. Heyva Sor hovîtiya dewleta Tirk a di xirakirina navçeyê de bi bîr xist û got, dewleta Tirk di van rojan de jî dixwaze şêniyên taxên Elîpaşa û Lalebegê yên Sûrê bi zorê derxîne û xaniyên mayî jî hilweşîne.
Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ji bo pitgiriya xelkê Sûrê yên li taxên Elîpaşa û Lalebegê bike, 7 rojan xwarina fitarê daye.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku destê alîkariyê bidin xelkê li deverên ji aliyê dewleta Tirk ve wêrankirî, û fitre û zekatên xwe yên îsal ji van deveran re bişînin.
NAVENDA NÛÇEYAN