Ewlekariya bajêr ji aliyê pêşmergeyan ve tê kirin. Li ser rêyên Kerkûk-Musil, Kerkûk-Silêmaniyê, Kerkûk-Hewlêr pêşmergeyan noqteyên lêgerînê danîn û dest bi girtina ewlehiyên zêde kirin.

Li ser xeta Kerkûk-Silêmaniyê hêzên YNK’ê li gel çekên girin bi kamyon, minibus, otomobîl û komyonan bar dikin û du rojin ber bi eniya Mûsilê me dişînin.
Hêzên pêşmergeyan yên ku li ser rêyên bejahî bi wesayitan jêre cebxane tê şandin, li herêma navbera Musil-Kerkûkê li gel herêmên Hevîce, Celewla û Xaneqînê hatine bicih kirin.
Li herêmê ku ewlehiyên zêde tên girtin, rêyên bingehîn, pir û girên stratejîk hat dîtin ku hêzên pêşmergeyan bi piştgiriya uçaksavaran hatine bicih kirin.
Li Musilê eniya navbera DAIŞ û pêşmergeyan de car caran ku hat ragehandin di dûrahiya 5-15 kîlometreyan deye, hat zanîn ku îro navenda bajarê Musilê aramî heye.
Di vê navberê de hat hînbûn ku pêşmergeyan li seranserê Başûrê Kurdistanê ewlehiyên berfireh girtine.
Hat zanîn ku bajarên Başûrê Kurdistanê yên weke Hewlêr, Duhok, Selahaddîn û Kerkûk jiyan asayî didome.
Pêşmergeyên YNK’ê yên ku li ser rêya bejahî ya Kerkûk-Silêmaniyê me dîtin, dan diyar kirin ku piştî DAIŞ’ê Musil dagirkirin şûnde bi hezaran pêşmergeyan bi dildarî hatine şandina xeta sînor ya Musilê.


AHMET SUMBUL/ANF/KERKÛK