Li gorî analîzeke rojnameya amerîkî Los Anglos’ê hê jî beşeê herî sereke yê elewiyan alîgirê Esad e, ewlewî derdora ji sedî 12 ji gelê Sûriyeyê ne û hemû dezgehên dewletê ên girîng di destê wan de ye. Ewlewî bigiştî di wê baweriyê de ne ku pêşeroja wan bi desthillatdariya Esad re girêdayî ye. Her wiha tirseke mezin a ewlewiyan heye ku heke ev desthilatdarî hate gihertin ew dê werin piştguhkirin û metirsî heye ku sunî bi hestên tolhildanê li heyfa xwe bigerin û ewlewiyan ji xwe re bikin hedef.
Piştgirî û destekeke din a herî girîng ji xiristyanên Sûriyeyê ye ji bo vê desthilatdariyê û li gorî baweriya piraniya xiristyanên Sûriyeyê metirsî ew e ku piştî desthilatdariya ewlewiyan û malbata Esad desthilatdarî bikeve destê hin misilmanên radîkal û rewşa wan bikeve talûkeyê. Lewre xiristyanên Sûriyeyê heke bi aşkare piştgiriya Esad nekin jî ew bêtir xwe li aliyekî dihêlin û bi rengekî çalak nakevin nava xwepêşandanên Sûriyeyê. Ji bo Kurdan jî ev yek heta radeyekê û di destpêka vê serhildanê de rast bû lê Kurd bi demê xwe bi rengekî çalak ketin nava vê serhildanê û bi rengî herî birêxistinkirî.
Aliyekî din ê herî giring ku piştgiriyê dide desthilatdariya Esad , bazirganên Sûriyeyê ne, hîmê bazirganiya Sûriyeyê bajarên Şam û Helebê ne. Ev herdu bajar jî tevî ku salek di ser nerazîbûnên gelê Sûriyeyê re derbas bûn hê jî bi rengekî çalak neketine nava çalakiyan. Bazirgan ji valahiyeke siyasî ditirsin ku heke ev desthilatdarî were guhertin dê valebûneke siyasî ya mezin çêbe û bazirganiya wan bikeve talûkeyê.
Heke em van daneyan tevan ber hev û tiştekî din jî lê zêde bikin ku muxalefeta Sûriyeyê ne yeke û gelekî belav e lewre jî ew nabe hêzeke ku bibe cihê baweriyê û gelê Sûriyeyê li derdora xwe bicivîne. Rojname wiha vê gotara xwe bidawî dike û dibêje lewre jî em dibînin ku hê jî bandoreke mezin a Esad di nava gelê Sûriyeyê de heye û gelek alîgirên wî di nava gel de hene. Bê guman tiştê ku herî zêde jî heta niha vê deshilatdariyê li ser lingan dihêle dezgehên istixbaratê ne. Sûriyeyê ji alî dezgehên cuda ên istixbaratê tê birêvebirin û kontrolkirin, tiştek bê wan dezgehan nabe û ew diakrin her tiştî bikin bê ku kes bikaribe pêşiya wan bigire ne qanûn ne jî tiştek dike dikare di rûyê van dezgehan de bisekine. Hemû serkok û rêveberên van dezgehan jî ji kesên ewlewî û xizmên nêz ên malbata Esad pêk tên.
ŞAM