Li paytexta Ingilîstanê Londonê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, meşek hate lidarxistin. Li bajarê Fransayê Cannesê jî nêzî cihê nîşandana filmên festîvala filman, dezgeha agahdarkirinê hat danîn.

Di çalakiya li Londonê de, endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ya ku herî kêm 20 saziyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê di nav de cih digirin, li pêşiya Civic Centre ya herêma Wood Greenê hatin ba hev.

Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl diyar kir ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîrokê dinivîse. Erbîl got, “Grevên birçîbûnê 6 meh li pey xwe hiştin. 30 hevalên me greva xwe ya birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê.”

Piştî axaftinan, girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Ocalan û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan. Di meşê de li ser grevên birçîbûnê bi hezaran belavok hatin belavkirin.

Girseya qelebalik piştre li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan (KCC) a Harringayê ji aliyê çalakgerên greva birçîbûnê Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ve hatin pêşwazîkirin; her du jî ji 14’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.

Em dixwazin bibin dengê çalakgeran

Li bajarê Fransayê Cannesê ku 72’emîn Festîvala Filman a Navneteweyî lê didome, ciwanên Kurd dezgeh danîn û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan bi beşdariya bi hezaran kesî didomin. Ciwanan wêneyên Ocalan, Leyla Guven û 30 girtiyên di rojiya mirinê de, li dezgehê daliqandin û belavok belav kirin.

Kubra Solhan keça berxwedêrê greva birçîbûnê Kerem Solhan jî tevlî çalakiyê bû û diyar kir ku daxwaza wan bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Solhan got, “Bavê min 155 (îro 156) roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye. Ji bo em dengê wan bidin bihîstin, me çalakî kirin. Em dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Bila êdî Ewrûpa vî dengî bibihîze. Ji ber Festîvala Filman a Cannesê mirovên ji her devera dinyayê li vir in. Em jî dixwazin bi rêya vê çalakiyê xwe bigihînin girseyeke berfireh.”

Bi navê Meclîsa Ciwanan a Draguignanê Nehîr Balikçi jî diyar kir ku ew dixwazin balê bikişînin ser tecrîdê û got, “Bi belavkirina belavokan em dixwazin agahiyê li ser rewşa Ocalan û grevên birçîbûnê bidin mirovên li festîvalê amade.” Balikçi xwest ku divê zextên li ser Ocalan û girtiyan bi dawî bibin.

 

LONDON / CANNES