
Fermandariya HPJ’ê di daxuyaniya xwe da zanîn ku têkoşîna parastina jinê li Rojhilatê Kurdistanê heta asteke girîng xwe bi pergal kiriye û wiha got: “Di serdema nû ya têkoşînê de ji ber pêwîstiyên lezgîn ên jinên li Îran û Kurdistanê, hişt ku ew pergala xwe ya parastina jinan ji nû ve bigirin dest û nû bikin. Konferansa me destnîşan kiriye ku bi Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HJRK) re hîmê pergala xwesparastina jinê hatiye avêtin. Ji ber vê yekê ji niha û pê ve ev pergal dê di asta herî jor de bi navê HPJ û garantîkirina azadiya jinan bidome. Cardin di konferansê me de bal kişandiye ser zêdebûna tundiya li ser jinê ya di nava civakê de û hatiye destnîşan kirin ku vê yekê pergala parastina cewherî û rewaya jinê weke erkekê ferz kiriye.”
Vîn û lehengiya jinê
HPJ’ê da zanîn ku di konferansê de rola taybet a Îranê ku weke hêzeke hegemonîk li Rojhilata Navîn dileyize hat nirxandin û wiha got: “Îran hewl dide ku bi vî awayî temenê desthilatiya xwe dirêj bike lê dîsa jî egera têkçûn û şereke dijwar hember wî heye. Aşkera ye ku jin û ciwan ji hemû beşên din ên civakê zêdetir dibin, qurbaniya van siyasetan û berdêl didin. Her roj rêjeya qirkirina fîzîki ya jin û ciwanan zêdetir dibe. Di van çend mehên ku Hesen Ruhanî hatiye ser desthilatê, di serî de jin bi giştî hejmara kesên ku hatine darvekirin ji salên burî zêdetire. Her wiha berxwedan û têkoşîna Zeyneb Celaliyan a di girtîgeha Îranê de bêhempa ye. Tevî ku tenduristiya wê di xeteriyê de ye jî teslîmiyetê napejirîne û ji bo bidestxistina nasnameya azad her cure îşkence daye ber çav xwe. Jin û ciwan di Îran de ji bo gihîştina mafên xwe yên rewa xwedî ezmûn, têgihîştin û bi rêxistinin. Ev ji bo xûrttirkirina têkoşîna azadîxwazî û parastina wê di Îran û Rojhilatê Kurdistan de derfeteke dîrokî, rêxistinbûyî û cîddî ya civakiye û pir girînge.”
Erka sereke ya HPJ’ê
HPJ’ê dest nîşan kir ku HPJ divê hemû jin û ciwan bigihîjine asta hêza xwe parastinê û wiha domand: “Di destpêkê de divê em bikarin civak û taybet jî nirxên jin biparêzin. Lewre pêşxistina xebata azadîxwazî û rêxistinkirin ku armanca wê damezrandina civaka exlaqî û pergala Konfederalîzma Demokratîke erka me ya serekeye.”
Fermandariya HPJ’ê diyar kir ku têkoşîn û berxwedana ku Rêber Apo daniye holê ya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin re ber bi afirandina jina azad û civaka azad ve bilind dibe û wiha bi lêv kir: “Yanî ev hîm li Rojhilatê Kurdistanê bi ked, fedakarî û lehengiya gelek rêhevalên me yên Şehîd mîna Rêheval Zîlan Pepule, Şîrîn Elemhulî, Sarya, Evîndar, Berfîn, Berçem, Gulan Pepule, Newal û hwd, di qonaxeke wiha hestiyar û şoreşgerî de têkoşîna xwe ya bîrdozî, siyasî, rêxistinî û leşkerî dest pê dike. Herwiha ji bo ku HPJ bi armanca parastina maf, vîn, ewlehî û nasnama civak û jin bibe xwedî hêz û vîna serbixwe û azad divê hemû jin, taybet jî jinên ciwan bi awayeke xort tevli pergala demokratîka ya HPJ bibin. “
Fermandariya HPJ’ê her dawî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em HPJ damezrandina pergala demokratîka KODAR, KJAR û Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan YRK silav dikin. Li ser vê bingehê em konferans û damezrana HPJ di serî de li damezrînerê Pergala Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo, hemû jinên têkoşer û azadîxwaz û bi taybet li jinên kurd û îran, herweha tevahî gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz dikin."
Armanc û wezîfeyên HPJ’ê
HPJ’Ê da xuya kirin ku di damezrandina pergaleke wiha de armanca wan bilindkirina têkoşîna xeta parastina rewa û cewherî ya li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin e û wiha pê de çû: “Yanî HPJ pergala parastinêye ku piştevaniya tevahî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dike û dibe nûnera rasteqîne ya têkoşîna azadîxwaziya wan. Li ser vê bingehê:
* HPJ Rêber APO weke Rêberê Konfederalîzma Demokratîk û gelê kurd dipejirîne.
* HPJ di nava pergal û rêxistina KJAR de, xwe weke hêza parastina rewa ya jin dibîne. Di vê çarçovê de tevlibûna xwe ya nava parastina KJAR’ê radigihînin.
* HPJ di serî de weke hêza parastina jin û tevahî nirxên civaka Kurdistanê û gelên îranê xwe bi awayeke bibandor û çalak, di nava Yekîneyên Parastina Kurdistanê YRK’ê de bi birêxistin dike.
* HPJ ji bo şerê parastinê li gorî xwezaya wê birêve dibe.
* HPJ ji damezrandin û pêşxistina pergala neteweya demokratîk re pêşengiyê dike.
* Di hemû qadên xebatê de pêşketina bîrdozî, rêxistin û leşkerî esas digre.
* HPJ hêz û rêxistina gerîlaye ji bo jinên rêxistinkirî û armanca damezrandina pergala parastina rewaya jin û bidestxistina azadiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.
* HPJ li hember her cure helwesteke ku gel û jin înkar dike erka xwe ya parastina cewherî pêk tîne.”
ANF/BEHDÎNAN