Beriya niha Desteya Parastinê diyar kiribû navê leşkerên erkê xweparastinê bûye “Hêza Parastinê.” Dewra duwem ya leşkerên xweparastinê beriya mehekê li Til Mehruf hatibû destpêkirin, li Tabûra Şehîd Edalet ya YPJ’ê bi tevlîbûna tevahî Rêveberiyên Kantona Cizîrê, malbatên leşkeran di merasîmê de amadebûn. Di bin diruşmeya “Hêzên xweparastinê migogeriya Rêveberiya Demokratîk in” merasim hate darxistin.
´Hêza Parastinê´
Merasîm bi torenek leşkerî dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saruxan, Hevseroka Kantona Cizirê Hediye Yûsif, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso û Cigirê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam axivîn. Di axaftina de destnîşan kirin, Rêveberiya Xweser hatibû avakirin, lê aliyekê wê kêm mabû. Ew kêmbûn jî aliyê leşkerî bû û wiha domandin: “ Lê îro êdî hêza parastin Kantona Cizîrê jî hate avakirin. Ji bo wê hûn dewreyen bi şandin.” Piştre Wezirên Rêveberiya Xweser xelat da 141 leşkerên ku dewra xwe ya leşkerî bidawî kirine.Her wiha fermandarên ku dewre rêvebirin xelat dat dayîn. Dewra perwerda 141 leşkerên erkê xweparastinê mehek domand. Di perwerdê de dersên siyasî, îdeolojî û leşkerî dîtin. Piştî merasîm bidawî bû leşker ji bo bêhnvedana sê rojan çûn malê û piştî bêhnvedanê wê her kes li herêma xwe leşkeriya ku wê 5 mehan bidome bikin.
ANHA/QAMIŞLO