14 qaşûlên guleyan
Di îdîanameyê de tê gotin ku rayedarên Midûriyeta Şaxa Cihê Bûyerê ya girêdayî mudûriyeta Êlihê li cihê bûyerê 14 qaşûlên gulleyan û guleyek a deforme ku li gor qanûna bi hejmar 6136 aîdî gulleyên qedexe ne 14 qaşûl ji heman çekê hatine berdan. Şahidek veşarî ya bi nasnav "Sevgî" di îfadeya xwe de, dibêje ku erîşkarê di dawetê de gulle berda ser gel, 50 salî, bejnkurt, kîloyên wî normal, bi rih, kum û bi xirqe û gomleleke spî bi xet li ser bû. Şahid diyar dike ku êrîşkar koma ji 15-20 kesan bi hereketên destan bi rê ve dibir û di destê hin ferdên di nav komê de dar û kevir hebûn. Di îdîanameyê de tê gotin ku şahid "Sevgî", di îfadeya xwe de di wêneyan de Veysî Gultekîn ê endamê HUDA-PAR û di heman demê de Serokatiya Mustazaf-Der Şaxa Êlihê kiriye teşhîs kiriye.
Destê Gultekîn têde ye
Gultekîn di îfadeya xwe ya li muduriyeta polêsan, dozgerî û dadgeha nobedar de gotiye ku ew endamê HUDA-PAR û Meclîsa Şêwirmendiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê ji Karê Hilbijartinan Berpirsiyar a Elihê ye. Dîsa îfadeyên Gultekîn ku li cem polîs û dozgeriyê bi nakok in.
DÎHA/ÊLIH