Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dabû xuyakirin ku duh û pêr, ji mewziyên artêşa Tirk ên li ser sînor 2 caran êrîş li hemberî wan hatiye kirin. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû duh êvarê di bernameya televîzyonekê de li vê êrîşê mûkir hat. Davûtoglû got, „Me got; PYD wê derbasî Bakurê çemê Firat wê nebe û me du caran li wan dan.“
Ji Demirtaş bersiva tund: Şerm e
Ji bo Serokê HAK-PAR’ê Fehmî Demîr ku li Mersînê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ber Navenda Giştî ya HAK-PAR’ê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Tevî malbata Demîr û siyasetmedarên Kurd, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesût Tek, Serokê Giştî ya Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek, nûnerên PDK û YNK’ê, Serokê Giştî ya PDK-Bakur Sertaç Bûcak, Serokê Giştî ya PAK’ê Mûstafa Ozçelîk û Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen jî tevlî merasîma cenazeyê bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî merasîmê bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş destpêkê sersaxî ji malbata Demîr re xwest û derbarê têkoşîna Demîr de axivî. Demîrtaş derbarê daxuyaniyên endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ya li ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got pêşbiniyên Ocalan rast derketine.
Demîrtaş bibîr xist ku ev 6,5 meh in bi Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin û got, „Em her roj bi mirin û şer re rû bi rû ne. Ev rastiyeke dilşewat e. Hikûmet qîma xwe bi vê jî nîne, radibe dixwaze li hemberî herêma Rojava jî şer îlan bike. Davûtoglû mîna ku pesnê xwe bide, behsa êrîşên xwe yên li hemberî Rojava dike. Ev yek cihê şermê ye. PYD’ê bi ti awayî gef li Tirkiyeyê nexwariye û Kurdên li Sûriyeyê her tim destê biratiyê dirêjî Tirkiyeyê kirine.
Lê tevî vê yekê jî Davûtoglû radibe, li şûna ku DAIŞ‘ê weke gefekê bibîne, PYD’e mîna gefê dibîne. Ev yek cihê şermê ye. Lê belê divê vê yekê jî baş zanibe: Hêza we têra her tiştî nake, ji we nayê. Bila Davûtoglû vê baş zanibe.“
ENQERE