Ciwanên Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê zend û bend badan û ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê xwe bi rêkxistin dikin. Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin.

Daxuyanî ji aliyê fermandarekî Hêza Xweparastinê ve hate xwendin û hate gotin, ‘’Li navçeyên Cênakokê ya Başûrê Kurdistanê pêngaveke Erebkirin, talankirin, kuştin û revandina welatiyan dest pê kiriye. Her demê dewleta Osmaniya Nû dagirkirineke nû li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Bradost û Kerkûkê rê ve dibe. Mixabin, hêzên Başûrê Kurdistanê jî hevkarê vê dagirkeriyê ne. Sekna wan li hemberî talankirin, nirxên çandî û hunerî û ya aborî û cografîk tine.

Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ji ber bêdengiya desthilata Başûr a hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê, Hêza Xweperastinê ya Başûr hatiye damezirandin. Em ê li hemberî her cûre êriş û dagirkeriyê xaka xwe biparêzin û rê nedin dijminê neteweye xwe. Hêza Xweparastinê ya Başûr bingehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike hedef. Em bang li hêzên pêşmerge, aliyên siyasî yê Başûr dikin ku werin bi wan re Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN