Di 22.01.1946´an de li Rojhilatê Kurdistanê, li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê, dîroka gelê Kurd ji nû ve hate nivîsandin. Wê rojê pêşewa Qazî Muhemed bi amadebûna nûnerên ji her çar aliyên Kurdistanê û dostên Kurdan, ala komara Kurdistanê hilda û damezrandina komarê ragihand. Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK bi boneya 68. salvegera damezradina Komara Kurdistanê ya Mehabadê daxuyaniyek da.


Roja vejîna netewî

KNK'ê di daxuyaniya xwe de got: "Gelê Kurd di prosesa avakirina Kurdistanê da xwedî serboriyeke dewlemend e û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ya di 22'ê Çileya sala 1946'an de li Meydana Çarçira ya Mahabadê bi pêşengiya Qazî Mehemed hat avakirin, yek ji qonaxa vê dozê ye." KNK'ê da xuyakirin ku di îlana komarê de Qazî Mehemed li pêşberî kombûna sedan hezarî hem ji yar hem jî ji neyarên Kurdan re bi awayekî eşkere destnîşan kiriye ku gelê Kurd weke hemû gelên cîhanê xwedî maf û diyarkirina çarenûsa xwe ye. KNK'ê bibîrxist ku gotina Qazî Muhemed a "Niha Komara Kurdistan a Otonom hatiye damezrandin" hem li Meydana Çarçira hem jî li seranserê Kurdistanê deng vedaye.

Bêbextiya dostan didome

Desteya Rêveber a KNK'ê ragihand ku herçend avabûna Komara Kurdistanê ya Mahabadê xewneke sedan salî ya Kurdan bû jî, di encama bêbextiya "dostan" û ji ber konjonktura dawî ya şerê cîhanê yê 2. piştî salekê hatiye hilweşandin û Qazî Muhemed û du hevalên wî li Meydana Çarçira hatin dardekirin. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku encama trajîk a hilweşandina Komara Kurdistan a Mehabadê ji hemû aliyan ve dersdêr e û bal kişand ser destketiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê.

Tifaqa Netewî ya Kurd
KNK'ê destnîşan kir ku di salvegera damezrîna Komara Kurdistan a Mahabadê de, dersa herî mezin pêkanîna tifaqa netewî ya Kurdan e û got: "Îro karê sereke û lezgîn yê dînamîkên neteweyî û welatî yên rojhilatê Kurdistanê, pêkanîna yekitiya navxweyî ye û divê di vî warî de xwedî plan û program bin û zûtirîn dem gavên pratîk biavêjin. KNK wekî hercar giringîyeke mezin dide yekîtiya navxweyî û di her demî de daxwaz ji hemû hêzên rojhilatê Kurdistanê dike ku ji vî erkî xwe paş de nedin û bi cih bînin. KNK hewil dide ku li ser pirsa rojhilatê Kurdistanê şêwireke neteweyî û welatî jî pêkbîne ku ji bo yekitiya navxweyî encameke xêrdar derkeve." KNK'ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşankir ku di roja îro de bîranîna herî ji dil, ya Komara Kurdistan ya Mehabadê û pêşewa Qazî Muhamed lezandina kar û xebatên tifaqa netewî û avakirina Kurdistanê ye. 

BRUKSEL