Bozanî got ku heazar û 275 Êzdî jî rizgar bûne. Li gor malpera Sbeiy, rêveberê karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf Xeyrî Bozanî di daxuyaniyekê de wiha got: “Ji despêka hatina DAIŞ’ê ya ji bo navçeyên Êzdiyan ve, 3 hezar û 500 kurdên Êzdî hatine revandin. 841 Êzdî hatine windakirin, hezar û 280 jî hatine kuştin.”
Xeyrî Bozanî destnîşan kir ku 280 Êzdî di dema penaberbûnê de jiyana xwe ji dest dane. Bozanî ragihand ku di nava 3 rojan de 280 kurdên Êzdî yên hatine revandin ku piraniya wan jin, zarok û kesên bi temenbûn hatine berdan. Xeyrî Bozanî got ku bi vî awayî hêjmara Êzdiyên rizgarbûne gihiştiye hezar û 275 kesan.
Rêveberê karûbarên Êzdiyan li wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî bal kişand ser cihên pîroz ên Êzdiyan yên hatine teqandin û di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Heta niha DAIŞ’ê 18 cihên pîroz ên Êzdiyan teqandine.”
ŞENGAL