Her çiqas hikûmeta AKP’ê ji bo qirkirinê bi ser Kurd û ciwanên Kurdan de biçe jî gel xwedî li nirxên xwe li şehîdên xwe derdikevin. Cangorî bi tevlibûna hezaran kesî ve bi dirûşman di rêwîtiya xwe ya dawî de tenê nayên hiştin û ligel dirûşmên dilsoz tên definkirin. Cenazeyê Ji 7 HPG'iyên ku di pevçûna li bejahiya Dêrsimê jiyana xwe jidest dabûn, cenazeyê Samî Demîr (Dijwar Batman) ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin şevî din anîn Êlihê. Ji 7 HPG'iyên ku di pevçûna 30'ê kanûna 2011’an li bejahiya Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê Samî Demîr (Dijwar Batman) pişti anîn Êlihe ji aliyê hezeran kesan ve li Goristana Asrî ya Êlihê bi girseyî hate veşartin. Malbatê şevî din cenaze li Mizgefta Şeyh Şamîl dan rawestandin û piştî nîvro bi hezaran kes li ber mizgeftê kom bûn. Di nava komê de rêveberên BDP'ê Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, nûnerên MEYA-DER'ê yê Êlihe Yaşar Kurt jî amade bûn. Malbate piştî wecîbeyên olî pêk anîn, darbesta Demir bi ala PKK'ê pêçan û li ser mile xwe kirin û birin Goristana Asrî ya Êlihê. Di meşe de wêneyên HPG'î Demîr û alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin rakirin.


Cara dawî li malê bû 
Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Ciwan dê hesab bipirsin’, ‘Şehîd namirin’, ‘Rêça me gerîla, rêberê me Ocalan’ û ‘Êlih ranezê li Şehîdê xwe xwedî derkeve’ berz kirin. Bi hezaran welati beşdarî merasimê bûn û welatiyên din jî li ber derî, şaneşîn û şibakeyên xwe bi çepik û tilîlîyan piştgirî dan merasimê. Girsê di serî de cenazeyê Demîr anîn malbata wî ya li taxa Çamlica û piştî cenaze birin malê, dîsa li ser milê xwe kirin û birin Goristana Asrî ya Êlihê. Dema cenaze birin malê li derdora darbesta Demîr hine hate çêkirin û li welatiyan hate belavkirin. Dîsa piştî hina hate belavkirn xwişka Demîr hawara xwe xwe bilind kir û wiha got: “Bila agir bikeve mala Erdogan. Êdi bes e. Dê roj bê ev agir bi dawî bibe.”

'Têkoşhin dê biser keve'

Girseyê piştî bi meşeke girseyî cenazeyê Demîr bir goristanê bi dirûşme û duayan cenaze hate definkirin. Girseyê piştî definkirinê rêz girt û dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kir. Piştî definkirinê Serokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Êlihê Yaşar Kurt, bang li serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir û xwest êdî ev kuştin û şer bidawî bibe. Kurt, anî ziman ku dê di dawiyê de têkoşîn û raperîna gelê Kurd bi ser bikeve.” Piştî merasîmê jî li taxa Çamlicaya Êlihê mala şînê hate vekirin û girse bi komî çû mala şînê.

DÎHA/ELÎH