Li Swîsreyê heta niha 750 kes bûne hevmalên malbatên hewcedar. Armanca CDK-S´yê ew e ku vê hejmarê bike hezar. Ji bo wê jî hem piştgiriya li Swîsre bi rêxistin dike û hem jî ji bo kampanya hevmaliyê dixebite.
CDK-S: Mesafeya fizîkî li pêşiya me nebû asteng. Her yek ji me bila bibe parçeyek ji hevmaliyê, em dostaniyê mezin bikin. Bi yekîtiyê em xurt dibin, bi xurtiyê jî hêvî mezin dibe û pê re jî em ê bi ser kevin.
ALÎ OZŞERÎK / ZURICH
Xelk qîmet dide kampanyaya hevmaliyê (xwişk û biratiyê) ya li Swîsreyê. Meclîs û komunên CDK-S´yê li ku devera Swîsreyê, li kîjan kanton û bajarî hebin, ev xebat jî heye. Wiha diyar e ku kampanya wê di demeke kurt de bigihîje armanca xwe. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Swîsreyê (CDK-S) Songul Aslan got, hindik maye ew bigihîjin armanca xwe ya hevmalkirinê û ew jî hezar e.
Me bi piştgiriyê zora bêzariyê bir
Songul Aslan got, bi pandemiya kurewî ya Covid-19´ê derkete holê ku ew sîstemên dêwane, ji bo miletan ti haziriya wan nebû. Li ser vê wan zend û bendên xwe piştî nirxandineke ne dirêj badane: “Me ji xwe dizanî ev sîstem wê li xêra miletan ti karî nekin. Vê jî kir ku em bi lez û bez dest bi kar bikin. Dewletan nekarî me û miletan biparêzin, bêçare man, û li cihê bêçaremanê me piştgirî bi rêxistin kir.” Wê got, ew yeqîn dikin, ew dikarin vê pêvajoya zehmet bi parastina mesafeya civakî û zêdekirina piştgiriya civakî li pey xwe bihêlin.
Em bi hewara her kesî ve çûn
Xebatkarên CDK-S´yê bi tevdîrên xwe yên li dijî Covid-19´ê, xwe gihandine penaber, jinên şidet li wan dibe, malbatên hewcedarî alîkariyê. Piştre jî ew bûne beşek ji kampanyaya hevmaliyê (malbatên xwişk û bira): ”8 Hezîranê HDP´ê kampanyaya hevmaliyê da destpêkirin. Hem ji bo bakurê Kurdistanê, hem ji bo Mexmûr, Şehba, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê. Me jî ragihand ku me ev xebat 9´ê Nîsanê li Swîsreyê jî daye destpêkirin.”
Kampanyayeke heyatî ye
Di dewamê de Songul Aslan îşaret bi zextên delweta Tirk dike û paşê dibêje, ”Di van şertan de eşkere bû ku wê yê tevdîrên Covid-19´ê li ser miletê me weke cezakirin bisepanda. Gava mirov li ber çavan bigire ku ji her malê kesek di hepsê de ye, me pêş didît ku wê miletê me gelekî êş û azarê bikişîne. Bi vê maneya xwe, kampanya ji bo pûçkirina van cezakirinên dewletê heyatî ye. Ji ber vê me xwest li vir her kesek bibe hevmal û hinekî be jî hêviyê çêkin. Ev ne tenê madî ye. Bi telefonê hevmal bi hev re dipeyivin, parve dikin, dibin maliyên hev. Xwedîderketina manewî li malbatên me, hêvî û hêza têkoşînê zêde kir.”
Em ê li astengiyan nealiqin
Hevseroka CDK-S´ê Songul Aslan îşaret bi astengiyên rejîma Sûrî ya ku nahêle agahî bigihe koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê û ambargoya li dijî Mexmûr û Şengalê jî û dibêje, ”Hêzên paşverû yên ku zextê li miletê me dikin, planên tinekirinê li ser xelkê me ferz dikin, tevî pandemiya kurewî, kir ku em di cih de zend û bendên xwe vemalin. Li seranserê Swîsreyê tevî Heyva Sor a Kurdistanê, me xwe bi rêxistin kir. Heta niha em bûn hevmalên 750 malbatan. Armanca me ew e, em xwe bigihînin hezar malbatî.
Hêzên kapîtalîst îzolasyona civakî ferz dikin, israra me jî dibe piştgirya civakî. Me jiyana alternatîf ava kir. Kesê nikarîn dermanê xwe bikirin, me dermanê wan danî devê deriyê wan. Mesafeya fizîkî li pêşiya me nebû asteng. Herî dawî em dibêjin, pêdiviya miletê me bi me heye, her yek ji me bila bibe parçeyek ji hevmaliyê, em dostaniyê mezin bikin. Bi yekîtiyê em xurt dibin, bi xurtiyê jî hêvî mezin dibe û pê re jî em ê bi ser kevin.”