Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku tevî du parlementeran zêdetirê 400 kesan di girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirine û got; “Em hemû kesên li derve û hemû girtiyên şoreşê yên di greva birçîbûnê de silav dikin, em bang li gelê me dikin ku bi berxwedan û xurtkirina serhildanan bersivê bide vê berxwedana li derve û di girtîgehan de.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya dayî de bal kişand ser xebatên Kongreya Neteweyî û diyar kir ku ew ê di demê pêş de nirxandinekê der barê vê mijarê de bi raya giştî re parve bikin. Her wiha, KCK’ê banga xwedîlêderketina li berxwedana di zîndanan de li Kurdan kir.
‘Emê ji bo kongreya neteweyî nirxandinê bikin'
KCK’ê got; “Pêşketin û bûyerên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin xwedî girîngiyeke dîrokî ne û em pêvajoya diyarkirina çarenûsê re derbas dibin. Gelê me, ji hemû demê zêdetir di vê demê de nêzîkê derfetên gihiştina azadiya xwe bûye. Ji bo hemû partî, kom, û rêxstinên welatparêz-şoreşger li her pêkanîna yekitiya neteweyî bi gotineke şênber Kongreya Neteweyî bûye neçariyek. Baş tê zanîn ku em weke tevger ji destpêkê ve girîngiyeke mezin didin Kongreya Neteweyî ya Kurdan. Em ji niha ve diyar dikin ku em ê têkildarê komîteya amadekara Kongreya Neteweyî, kîjan hevpar, kengî, , bi rojevên çawa û bi kîjan armancan kongre bicive, nirxandineke berfireh bikin û bi raya giştî û gelê me re parve bikin.”
'Divê Kurd li rojavayê Kurdistanê yek bin'
KCK’ê diyar kir ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê rojên dîrokî dijîn û wiha domand; “Ji bo dahatûya azad a gelê me li Rojavayê Kurdistanê, divê hemû rêxistin û komên welatparêz, bê ku tu dem wenda bikin, yekitiya xwe xurtir bikin û bixin pratîkê, ev yek pir girîng e. Divê tu feraset û helwest di nava Kurdan de pêşî li vîna hevpar a Kurdan negire û bi tu awayî asteng neke. Hemû helwest û ferasetên ku xizmeta vê yekê neke, teqez dê ziyanê bidin yekitî û azadiya gelê me. Ji ber vê yekê, em bang li hemû rêxistin, kom û kesayetên Kurd dikin ku li dor vîneke hevpar xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna xwe xurt bikin.”
‘Bi serhildanan bersivê bidin'
KCK’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgeh û Kurdistanê hatiye destpêkirin jî û got; “ Her ku diçe pêkanînên qirkirina siyasî ya ya ji aliyê AKP’ê ve mezintir dibin, li hemberî vê jî berxwedana bi rûmet a gelê me bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Tevî Parlementerên BDP’ê yên girtî Selma Irmak û Faysal Sariyildiz, zêdetirê 400 girtiyên azadiyê di girîgehan de di berxwedaneke bi rûmet de ne. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor, bi daxwaza ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Rêber Apo divê, dane destpêkirin û berdewam dike. Dîsa li derve jî, li Kurdistan û bi dehan cihên Tirkiyeyê bi sedan mirovên me bi greva birçîbûnê berxwedana xwe didomînin. Em hemû kesên li derve û hemû girtiyên şoreşê yên di greva birçîbûnê de silav dikin, em bang li gelê me dikin ku bi berxwedan û xurtkirina serhildanan bersivê bide vê berxwedana li derve û di girtîgehan de. Heta duh, li cîhanê roja zimanê dayîkê hate pîrozkirin, dewleta dagirker a Tirk hemû nirx û destkeftiyên gelê me tune dihesîbine û dixwaze qir bike, li hemberî vê yekê girtiyên şoreşger-welatparêz bi biryardarî di dadgehan de xwe bi zimanê xwe yê dayîkê diparêzin û ev helwest, helwesteke pir bi rûmet û bi wate ye. Em vê seknê weke seknek pir bi rûmet û pir bi wate dibînin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li nasname û zimanê xwe yê neteweyî derbikevin û bi heman biryardariya di girtîgehan de lê xwedî derbikevin.”
‘Naxwazin heqîqet derkevin'
Her dawî KCK’ê destnîşan kir ku Cemeeta Fethullah Gulen qet dest ji neyartiya gelê Kurd û doza wê ya azadiyê bernade û wiha berdewam kir; “Di demeke wiha de dixwaze, bi devê hin kesên ku xiyanet li doza azadiya Kurdan kirine, tevgera me rûreş nîşan bidin û dagirkeriya Tirk jî rûspî nîşan bidin. Ev kiryarên di çarçoveya şerê taybet de bi armanca rûreşkirinê hatine pêşxistin bêbingeh in û armanca wê hemû ew e ku hemû kuştinên kiryar nediyar (Faîlî Meçhûl) ên ku dewleta dagirker a Tirk li Kurdistanê kirine, binixumîne. Hemû gelê Kurdistanê û raya giştî baş dizanin ku PKK hemû çalakiyên ku kiriye, girtiye ser xwe. 17 hezar û 512 kuştinên kiryar nediyar, bi sedan komkujiyên din her roj, bi hestiyên ku ji binê axê derdikevin, aşkere dibin, ev hewldanên berovajîkirinê yên li hemberî tevgera me, nikarin li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê binixumîne. Hemû raya giştî pê dizane ku 10 sal in tevgera me dixwaze Komîsyona Lêkolîna Rastiyan û Edaletê were sazkirin û dixwaze ku hemû sucên şer ên di vî şerî de pêk hatine bêne aşkerekirin. Li hemberî vê jî, ev yek hewldana wê yekê ye ku dixwazin pêşniyara tevgera me ya ji bo sazkirina KomîyonsaLêkolîna Rastiyan û Edaletê pûç bikin, dibêjin PKK’ê van komkujiyane kirine û bi vê yekê dixwazin pêşî li aşkerekirina astiyan bigirin.”
ANF/BEHDÎNAN