Di komcivînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê û guherînên li Rojhelata Navîn bi giştî hatin guftûgo kirin. Di daxuyaniya encamê ya civînê de hat destnîşan kirin ku Kurdistan û Rojhelata Navîn di nava rewşeke aloz de derbas dibe. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li dij îradeya gelê Kurd dewletên herêmê yên bi pêşengiya dewleta Tirk di nava hewldanan de ne û wiha hat gotin: “Şerekê mezin li holê ye û Kurdistan ketiye nava agirê wî şerî. Ev şer li Kurdistanê bi wekalet dimeşe û tê kirin. Ji bilî hêzên nêvdewletî, dewleta Tirk, Îran û Erebîstana Siûdî beşekê sereke yê vî şerî ne. Giyan û malê piraniya xelkê Kurdistanê kete ber zirar û metirsî yê.”


Armanc şikandina îradeya Kurdan e

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk DAIŞ‘ê li dij gelê Kurd bi kar tîne û derbarê mijarê de wiha hate berdewam kirin: “Di encama teslîmnebûna Kurdan bi wê pîlana qirêj û berdewamiya Kurdistaniyan li ser xebat û tekoşîna xwe ya rewa, dewleta Tirk  eniyeka şer li dijî bakûrê Kurdistanê jî vekir.Niha bakûrê Kurdistanê, di bin gef û fişara komkujî ya dewleta Turkiya yê de ye. Cendîn navçeyên Kurdistanê ji wan Silopî, Cizîrê, Nisêbîn û Sûr a Amedê ketiye bin hukmê cendirmeyan û dorpêça eskertariyetê de û hêzên dewletê bi hemû tektîk û tevkujî û terora xwe ya qirêj li dijî xelkê me bi kartîne.”

Di daxuyaniya Komîteya Hevbeş a Diplomasî ya Hêzên Kurdistanê de sedema van tevkujî û êrîşên dewleta Tirk jî mîna, “şikandina îradeya Kurdistaniyan” hate binav kirin û bal hate kişandin ku ne tenê li bakûr, li hemû Kurdistanê dixwaze rê li ber wan destkeftî û pêşkeftinan bigre.”


Rewşa parçeyên Kurdistanê

Civîna Komîteya Hevbeş a Diplomasî ya Hêzên Kurdistanê ya heftemîn de qeyrana siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê jî hate rojevê. Hate ragihandin ku neserweriya qanûn û bertengkirina azadiyan, her wiha tinebûna projeyên aborî, îdarî destkeftin û statuya Başûrê Kurdistanê xistiye xeterê.

Her wiha di daxuyaniyê de li derveyî civîna Cenevre 3 hiştina Kurdan jî mîna xetereyekê hate binav kirin, hewldan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê jî mîna hewldanên astengkirina statubûna Rojava hatin binavkirin. 

Têkildarî Rojhilatê Kurdistanê jî di encamnemeya civînê de ev agahî hatin parve irin: “Rojhilatê Kurdistanê di bin siyaseta jarkirin, bêkarî û birçîkirinê de ye û roj li pey rojê rewşa aborî û jiyara xelkê  bi zehmetir di keve. Rewşa siyasî û tepeserkirina neteweyî û nebûna mafên demokrasî û medeniyê zêtir fişea êxistine ser xelkê. Siyaseta zîndan, binçav û îdamkirin didome. “


Daxwaz û xalên çareseriyê

Di dawiya encamnayeya Komîteya Hevbeş a Diplomasî ya Hêzên Kurdistanê de daxwazî û tişta werê kirin bi 4 xalan hatin rêz kirin. 

Di şert û mercên weha de, bi pêwîst tê zanîn:

1- Temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li bakûr bin. Ku îro zêtir ji her demekê bêwîstê bi destekê heye. Serkeftina bakûr, her weku me li rojava yê dît, ew jî dibe bi piştgîrî ya hêz xwesta tev Kurdistaniyan be.

2- Daxwaz ji tev partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyiyên başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wê qeyaranê bi bînîn û wan destkeftan piparêzin. 

3- Bi her awayî be  pêwîste piştevaniya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermîtî ya wan bê kirin. Bi heman şêwe piştgîriya keysa Êzîdiyan ji bo nasandina zulma DAÎŞ ê li ser wan  wek jînosayd di resmiyeta nêvdewletî de bê tesbît kirin. Divê pêvajoya avakiran Şengalê dest pê bike. 

4. Komara Îslamiya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê  û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê ku hê berdewame. Komîteya hevbeş a diplomasî yê bi tundî wê siyaseta dewleta Îranê şermezar dike û daxwaz  dike zêdetir ji hevnêzbûna aliyan  û bi hevre hevkar bin ji bo ku deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigehînin. 


 BRUKSEL