Li gor nûçeya Ajansa Kurdistanê Berwarî diyar kir ku dewletên cîran yên herêma Kurdistanê hertim sinorên wê derbas dikin û serweriya wê binpê bikin, sinorên wê yên digel Îran û Tirkiyeyê hertim gef li ser e û her weha Iraq arîşeya sinorî digel Kuweyt û Suudiyê heye lewra hebûna hêzên Amerîkayê li Iraq û herêma Kurdistanê girîng û pêwîst e.
Navborî got, “Nizanim jimara hêzên ku dê li herêmê bên cîgirkirin çiqas e lê jimara wan hêzan dê bi rêya wezaretên navxwe û pêşmerge digel berpirsên amerîkayê bê diyarkirin.
Berdevkê Wezareta Pêşmergeya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî pêştir di daxuyaniyekê de gotibû, “Metirsiya wê yekê di holê de nîne ku digel vekêşana hêzên Amerîkayê ji Iraqê di navbera artêşa Iraq û pêşmerge de şer peyda bibe.”
Sedirî imzeyan kom dikin
Hat zanîn ku Firaksiyona Sedir îmzeyan di nav Parlamentoya Iraqê (PI) de kom dike ji bo derxistina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Parlamenterê Baska Sedir Xalid Ceyaşî bal kişand ku niha karên wan berdewam in ji bo komkirina îmezyên parlamenteran derbarê derxistina hêzên DYAyê û her wiha daxwaza qerebûkirina welatiyên Iraqê yên ku zirar ji wan hêzan dîtine, kir. n BEXDA