Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Admiral Mike Mullen berî bigeheje bajarê Musilê ji rojnamevanan re got, bêyî biryariya Iraqê, Amerîkayê dixe rewşeke xirab. Wî got, bi derengbûna biryarê, jinûve diyarkirina planên vekêşana hêzên wan jî dijwartir dibe.
Admiral Mullen got, operasyonên hevbeş yên Amerîkî û Iraqî tundûtûjîya heyî aniye asteke nizimtir.
Karbidestên Amerîkî bi awayekî berbiçav nerazî ne ku rêberên Iraqî biryara xwe ya li ser mayîna hêzên Amerîkî piştî dawîya vê salê eşkere nekir.
Li gor Rêkeftina SOFA’yê ya di navbera Amerîka û Iraqê de ku di sala 2008’an de hate îmzekirin, divê heta dawiya îsal hemû hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin. Niha 47 hezar leşkerên Amerîkî li Iraqê hene. Di destpêkirina şerê Iraqê de di sala 2003’an de 171 hezar leşkerên amerîkî hatibûn Iraqê.