“Hêzên dewletê li Cizîrê hewl dan ku bi dizî têkevin taxa Nûr’ê, rastî berxwedanê hatin”. Belkî bala hinekan kişandibe an jî gelek kesan tenê xwendibe û derbas bûbin û nefikirîne ka wateya vê çi ye? Pîvana çi ye? Çiqas nîşana guherîneke mezin e? Bi rastî ev cure bilêvkirina nûçeyekê pirr bala min kişand û gelekî li ser fikirîm. Berê nûçe çawa bûn, aniha çawa ne?
Berê şervanek bi dizî bihata û têketa nava taxeke bajarekî Bakurê Kurdistanê û îxbar çêbûya bikirana û hêzên dewletê bihatana, ew tax sax bikirana û şervan zeft bikirana; dê sibehê di TV’yên wan de bihata gotin: “terorîstan doh bi şev hewl da bi dizî têkevin taxeke Cizîra Şirnexê, lê hêzên ewlekariyê bi operasyonekê ew zeft kirin”. Dîmenê ku dê destê polîsekî ser çavê wî hatiye reşkirin li ser stuyê şervên bûya, an jî du kesan bi milan bigirtana û têxistana taksiyekê an jî panzerekê û ber bi rêya navenda polîsan a bajêr ve bibirana. Herwiha hinek zarok, jin û mêrên li taxê wê li wî dîmenî temaşe bikirana û tu tişt negotana. Heta karîbûn û dikirin jî; rojek din di rojnameyan de nûçeyên wan bi rengo rengo dê derketa û ew şervan wekî ruberekî ku ji ser heyvê de hatî û wekî ‘meymûnan’ xuya bikirana û çek û fişekên wî li ser brandayekê raxistana û bikirana wekî pêşengehê û li qahwexaneyan xelkê wan î rojavayê welêt dê him li rojnameyan bineriyana û henekên xwe bi wî ‘terorîstî’ bikirana û him bi okeya xwe bilîstana bi hakehak.
Lê îro rewş tam berevajî vê yekê ye li Cizîra Botan, li nava taxên ku parastina cewherî û xweserî hatiye ilankirin, li gor ku ev hevok bi me dide hîskirin û xuyakirin. Dibêjin: “Hêzên dewletê bi grûbeke ku ji çend polisan pêk tê hewl daye ku bi dizî têkeve nava taxeke Cizîrê”. Navê taxê NÛR e. Mirov dikare xeyal bike ku hinek ji wan hatine zeftkirin û du şervanan an jî ciwanên YDG-H jî bi destên wan girtine û dibin aliyê xwe. Û her wiha jin, zarok û hinek mêrên ku li kuçeyê li wan temaşe dikin bi çepikan re ken digire ser rûyê wan.
Îro ev dîmen dikare li her derê ku parsatina rewa lê heye, xwerêveberî hatiye îlankirin, bê ditin. Jixwe em carinan nûçeyên dişibin vê nûçeyê dibihîzin, wekî dibêjin “YDG-H çend polîs êsîr girtine an jî zeft kirine”. Ev ne ji bo derveyî bajaran tê gotin, ne ji bo serê çiyayê Cûdî, Gabar tê gotin, jixwe li çiyan gelek carî nûçeyên wekî, şervanan polîs an leşker girtine an revandine, dihatin bihîstin. Belkî wekî vê hevokê mirov dikarîbû ji bo leşkeran û çûyina wan a serê çiyayê Cûdî bibihîsta ku leşker bi dizî çûye serê çiyayê Cûdî. Lê ev hevoka jor, van peyvan ku dibêje “Hêzên dewletê li Cizîrê hewl dan ku bi dizî têkevin taxa Nûr’ê, rastî berxwedanê hatin” ji bo taxeke wekî ya Cûdiya Cizîra Botan tê gotin. Ku mirov li berê bifikire li demên wekî salên 90’î û salên piştî 2000´î jî, hêzên dewletê bi her awayî dikarîbûn li her derê welatê me li her tax û kuçeyê bi du polîsan an jî bi leşkeran bigeriyana û çi kesê ku têketa kêsa wan û wan bixwesta, digirtin û dibirin. Heta carinan ew kesên dihatin girtin li kuçeyan dihat linçkirin jî ji alî polisan ve. Yê ku temenê wan di ser 40’î re be, ev bûyer wisa tê bîra wan. Û tew yên ku temenê wan di ser 50’î re be du heb leşker, bi çek, dikarîbûn bi tena serê xwe li deh gundan bigeriyana û li nava taxên gundan û bajarokan kesên Kurd bidana ber şîmaqan, ew jî dîmenekî din e ku ji mîj ve derbas bûye û di salên 60’î, 70 yî de maye.
Îro taxên Bakûrê Kurdistanê bûne wekî taxên Kobanê û ji bo Kurdan, bûne nîşanên şerên bê aman. Taxên wekî Cûdî, Yafes, Nûr, Abdûlkadîrpaşa, Gazî, Minareya Çarnig bûne sembolên berxwedanekê û ne li Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemû dinayayê hêdî hêdî dibin wekî taxên Kobanê, nîşanên kuştinan, mirinan, êşan û serketinan.
M.Çiya Mazî