Bi amadebûna Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hemîdî Deham El-Hadî, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, ji Fermandarên QSD`ê Husam El-Ewak, Fermandara QSD`ê Rojda Filat û Fermandarê Hêzên El-Senadît Bender El-Hadî bi sedan ji şervanên din ên Hêzên El-Senadît bi civîneke çapemeniyê ya li bajarê Eyn Îsa, tevlî pêngava duyemîn a hemleya Xezeba Firatê bûn.
Bender El-Hadî derbarê mijarê de got: "Hêzên me heta niha li meydanên şer in. Em bi bîr û baweriya rizgakirina Reqayê hêzên xwe di pêngava duyemîn a hemleya Xezeba Firatê de zêde dikin."
Hemîdî Deham El-Hadî jî di civînê de got, "Îro bi tevlîbûna hemû ciwanên pêkhateyên Sûriyê da ku axa welat rizgar bikin, ez pir kêfxweş im. Em çûn serdana bereyên şerû şêniyên herêmê ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûbûn."
HESEKÊ