Tergera li dij DAIŞ’ê ya li Mûsilê di roja 18. de ye. Hin herêm ji aliyê hêzên Kurd ve hatine paqijkirin û di bin kontrolê de ne. Li aliyê din Artêşa Iraqê û hêzên Şîi ji eniyên cuda ve bi pêş ve diçin. Piştî paqijkirina taxên derdorê cara yekemîn doh hêzên artêşa Iraqê ketin navenda Mûsilê. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Tahsîn Îbrahîm ragihand ku piştî du salan cara yekê hêzên artêşa Iraqê ketine navenda bajêr û avêtine ser taxa Al Intîsarê. Wezareta Parastinê raghand ku Tugaya Zirxî ya 9’emîn jî ketiye Mûsilê û di navbera hêzê wan û DAIŞ’ê de şerê giran rû didin. 

DYA: Pêngaveke dîrokî ye 

Nînerê taybet ê DYA’yê yê ji DAIŞ’ê berpirs Brett McGurk ketina navenda bajarê Mûsilê ya artêşa Iraqê mîna “gaveke dîrokî“ nirqand. McGurk li ser twitterê got, “Pêngaveke dîrokî; Hêzên Iraqî îro serê sibê (doh) ji Rojhilat ve ketin navenda Mûsilê.“

Girîngiya Hamam Alîl

Her wiha hêzên artêşa Iraqê ber bi herêma Hamam Alîl ve ji du baskan ve bipêş ve diçin. 

Hêzên polîs û yekîneyên zirxî ber bi Hamam Alîl a 30 kilometreyî li başûrê Mûsilê ye ve diçin. Ev herêm qada dawiye ya ji eniya başûrê bajêr ve di destê DAIŞ’ê de maye. Bi paqijkirina vê herêmê ve wê ji eniyeke din ve jî hêzên Iraqî bikevin bajêr. 

Beriya niha jî gundên Minkarê, Bizunê, Kahirê, Hirar, Um Hilavin, Minîrê, Hefsan, Şelhub û Bizire û li başûr-rojavayê bajêr jî gundê Hirf ji DAIŞ’ê hatibû rizgar kirin. 

Heşdî Şabî nêzî Ti Aferê dibin

Li gor daxuyaniya ku doh danê êvarî hate dayin Heşdî Şabî ya ji milîsên Şîi pêk tê 15 kilometreyî nêzîn navçeya Telaferê bûne. Berdevkên Heşdî Şabî Kerîm Nûrî got: „Em nêzîn rêya Mûsil-Telaferê dibin. Di nava çend saetan de emê kontrola vê rêyê bigirin dest.“ Nûrî ragihand ku rêya di navbera Mûsul û Raqayê de jî wê di nava çend rojan de bikeve bin kontrola wan.  

Bi wesayîtên bombebarkirî êrîş

Têkildarî rewşa şer û pevçûnan jî Nûrî got, „DAIŞ’î bersivê didin. Roja yekemîn a operasyonê bi 5 wesayitên bombebarkirî êrîşî çeperên me kirin. Lê beriya bigirin hedefê hatin tinekirin.

Di vê navberê de hate ragihandin ku balafirên koalîsyona navneteweyî destekê nadin hêzên Heşdî Şabî. Beriya niha koalîsyonê ragihandibû ku ewê milîsên Şîi destek nekin. 

 40 hezar sivîl gihiştin Başûr

Sivîlên Mûsilê yen ji ber hovîtiya DAIŞ’ê û şer direvin berê xwe didin Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Hate hînbûn ku heta niha 40 hezar sivîl derbasî herêmên Başûrê Kurdistanê bûye. Her wiha bi hezaran sivîl jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne. 

Komseyira Bilind a Penaberan ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ew li bendê ne 700 hezar kes ji Mûsilê koçî herêmên Kurdan bike. Tevî ku rêveberiyên Kurd ên Rojava û Başûr hewl didin pêwistiyên penaberan pêşwazî bikin jî bi hatina zivistanê re û ji ber bêderfetiyên heyî dibin sedem ku koçber bi xetereyê re rû bi rû bimînin.  Konseya Ewlekariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku DAIŞ sivîlan dike mertal û banga hestyariyê li hêzên ku operasyonê pêk tînin kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN