Dewleta Tirk û hêzên wê yên çekdar li Kurdistanê timî bûne tehlûkeya herî mezin a li dijî jiyana  mirovan. Polêsên vê dewleta komkujîker doh li navçeya Amedê Sûrê gule li xelkê reşandin, jinek qetil kirin. Di êrîşên li Sûrê de bi giştî herî kêm du kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar kirin.

Ji bo rûreşkirina komkujiyên hêzên dewleta Tirk ên çekdar û li dijî ewlekariyê yên dewletê, li ser banga DBP û HDP'ê, xelkê Amedê li meydana Deriyê Çiyê civiya. Kujerên çekdar ên dewleta Tirk gule li gel reşandin û komkujiyek pêk anîn. Şahida bûyerê parlemantera HDP´ê ya Amedê Sibel Yigitalp jî erê kir ku tîmên taybet li xelkê gule reşandine. Hat zanîn ku di êrîşê de herî kêm jineke ciwan hat qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.


Bi qest li sivîlan reşandin

Li gorî agahiyên Yigitalp dayîn, tîmên taybet li ser gelê ku ji bo protestokirina qedexeya daketina kolanan a li Sûrê ya Amedê li meydana Deriyê Çiyê kombûyî gule reşandin. Parlemantera HDP´ê li ser bûyerê weha peyivî: “Em ber bi Deriyê Çiyê ve diçûn. Li pêşiya me taksiyek tîcarî sekinî. Du tîmên taybet ên rûyên wan maskekirî ji wesayîtê daketin, bi ser gel de gule reşandin, li wesayîta xwe siwar bûn û dûr ketin." Li gorî agahiyên bi dest ketî di êrîşê de herî kêm jineke ciwan jiyana xwe ji dest da. Der heqê birîndaran de agahî ne zelal in, ji ber ku dewleta Tirk bi hêzên xwe yên çekdar dor li Meydana Deriyê Çiyê girtiye. Piştî bûyerê li gorî agahiyên bi destketî cenazeyê jineke ciwan li Deriyê Çiyê li erdê hat sekinandin.


Wêneyên zarokê qetilkirî parve kirin

Li nêzî mînareya çar ling jî di encama êrîşên polêsan de 3 welatî bi guleyan birîndar bûn. Polêsan destûr neda ambulans biçe bi hewara welatiyên birîndar ve. Ji ber vê yekê agahî ji aqûbeta birîndaran nehat girtin. 

Hesabê medyaya civakî ya hêzên çekdar ên dewleta Tirk di tevna civakî de wêneyekî zarokekî belav kir û îdîa kir ku ji sê kesên birîndar kirî zarokek hatiye qetilkirin. Wêne nîşan dide ku kesê jiyana xwe ji dest dayî bi cilûbergên sivîl e û li ser sedyeyeke destan hatiye dirêjkirin. 


Kurd serî natewînin

Tevî qedexeya dewletê ragihandî êrîşên hêzên wê yên çekdar û çeteyên wê zde dibin. Doh dengê teqînan ji navçeyê dihatin. Helîkopteran gule li navçê reşandin. LI hemberî vê xelkê navçê jî li ber xwe dide. Endamên DEM--GENÇ'ê û Kurdistaniyên li Meydana Şêx Seîd civiyan, qedexeya li Sûrê bi sloganên "Bijî Berxwedana Sûrê" protesto kirin. 


 AMED