Bi dewletê re, desteya wezîran, parlamento, artêşa dagirker, polîsên hov, cendirmeyên kontra, dadgeh, dozger, gardiyanên girtîgehan, rêvebiriyên odeyên nufusê, yanî burokrasî, cemaet, medya; bi yek gotinê, amûr û alavên dewletî teva li dijî gelê Kurd ketin nava tevgerê. Bi hezaran kanun, biryar û rêbazên taybet jî bikaranîn û li dijî gelê Kurd bûne engizisyona kujerî. Ev alav û amûrên di nava hunandina tora dewletê de, destekê ji alav û amûrên sîstema kapîtalîst jî disîtinin.
Ev dîmenê dewleta Tirkiyê ye û berhemê îdolojiya li dijî hebûna gelan e. Di vê pêvajoya demdirêj de jî; li dijî Haraketa Azadiya Kurd, wek hêzên “sergerde û talankeran” kar dikin. Muxlacî û cerdevan in!...
Îran, di 16ê Temmuzê de, êrîşên dagirkerî dane dest pê kirin. Demeke dirêj e ku tê gotin, Îran li ser sinorên Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê, “kelih”an ava dike. Dema ku nûçeya vê mijarê di ajansa ANF û DIHA de cih girt, min qot “qijle” ne. Di nûçeyên Radyoya Dengê Mezopotamya de jî, min gotina “qijle” bikaranî. Me di navenda nûçeyan de hinekî nîqaş jî kir. Piştî sê rojan, Hevalê Serhildan Reşko, fotoyên avaniyên ku dewleta Iranê li ser sinorê Herêma Federal a Kurdistanê avakirine dîtin û bi dengekî bilind got, “bi rastî Îranê, ne qijle, kelih li ser sinor avakirina.”
Dîmenên dihatin xuya kirin kelih bûn. Bircikên wan, biqasî yê Seda Çînê û Suriha Amedê bilind û fereh hebûn. Dirêj, wek xeteke sernaserî tixub hatibûn ava kirin. Min got, “ev vegera destpêkê ye, pêwiste Kurd xwe ji bo 30 sal şerê din amade bikin.”
Ev kiryar ne efsane ne û ne çîrok in û rewş ber bi pêvajoyeke nû diçe.
Ew eniya bextreş, car din wek “efsûnbazên li ser sê şelîtan canbaziyê dikin” ketin nava liv û tevgerê. Ji bo ku gelê Kurd nefeseke azad û aram nestîne, kêlîkek xweş û bextewar nebîne, dest bi reşbîniyên xwe dikin. Li gorî August Bebel, ev kes û derdor “mirovên sîstemê ne”, armanca wan ne gelê wan, ne azadî, ne jiyana bi rûmet, ne ziman, kultur, ne edebiyat û nirx û pîroziyên gel e. Çend metelikên dikevine berîka wan e.
Li Kurdistana ku dibistan bûne qijle, cografya Kurdistanê bûye xaka gorên komî û winda, kuştin û qirkirina bi çekên kimyewî eşkere bûye, bi derew, teşqele, dezenfermasyon û hiş û ramanên ne durust dixwazin komên xelkê bixapînin. Di vê pêvajoya ku desthilatdariya AKPê dixwaze alternatîfeke li dijî BDPê ava bike, KCDe lewaz û misrî bikê de, ev bextreş li dijî modela Xweseriya Demokratîk ketine nava hewldanên reşkirinê. Ya rastî, min ji gotinên wan Kurdan şerm kir. Ew Kurdên ku pirtûk nivîsî ne, di rojnameyan de gotaran dinivîsin û wek rewşenbîrên Kurd (!) derdikevine pêş û li ser destîniya Kurdan gotinên qelew darvedikin, serî li derew û teşqalan didin. Bi derew û teşqeleyên xwe jî serê xelkê tevlîhev dikin.
Ew bi xwe jî dizanin ku Xweseriya Demokratîk, ne konfederalîzm e, ne federalîzme û mîna sîstema Belçîka ya Konfederal û sîstema Başûrê Kurdistanê ya federal e. Ji ber ku, konfederalîzm û federalîzm, kêşa navendî (ademî navendî) diparêze û ji wê navendê ber bi derve şax û perên xwe dirêj dike. Ev tê wateya kontrola navendî, yanî kontrola desthilatdaran. Ev desthilatdar, ji aliyê gel ve jî hatibin hilbijartin, dîsa jî erka wan, serdestî (wek parlamenê) îradeya gel çêdibe. Lê Xweseriya Demokratîk, ji derve ber bi navendê şax û perên xwe dirêj dike. Ev şax û per, ji gund, tax, belde, navçeyan dirêj dibin. Ev tê wateya ku rêxistiniya gel, nûnerên xwe bişîne navendê jî erka kontrolê di destên xwe de digire. Hiyerarşiya burokratîk, ne bi îdeolojya dewletî, bi îdeolojiya nûnertiya gelerî tê hunandin. Hiyerarşiya burokratîk ya dewletî partiyan sazkar dike. Ev dubendiya navbera gel û erka serdestiyê diafirîne. Hiyerarşiya bi îdeolojiya nûnertiya gelerî, ji bedêla partiyan, rêxistinên civakî û pîşeyî derdixe pêş. Di vir de, serdestiya çînayetî, olî nikare derbikevê pêş. Ji ber ku di nava rêxistiniya civakî de, her pîşe, çîn, bawerî, nifş û qatman bi nasnameya xwe cih digirin.
Hinek kes jî, mînaka kooperatîfan derdixine pêş.
Ev mijar di salên 1870yî de, wek “dewleta gel” gelekî hate nîqaş kirin û ji bedêla hewldanên bazirganiya kesayetî, kooperatîf parastin. Lê dewlet, her dem di destê çînekî serdest de ye û li ser çînê din erka xwe ya zordest diafirîne. Hingî anarşiya afirgerî û bazarê jî dikare derbikeve. Ev tê wateya ku wê bazirganiya kesayetî derbikevê holê û di nava demê de erka çînê burjuwa jî biafirîne. Hingî dewleta ku dibêje, “em bi navê civakê dest li ser her tiştî dideynin” û bi rêbaz û kanunan, erka zordestiyê diafirînin, dibe Xwedayê jiyanê. Ew desthilatdarî, mîna îro AKPe, exlaqê xwe, yan jî rêbazên exlaqê xwe jî derdixe pêş û wek ideolojiyek serdest (bi her cûre kiryarên rojane) radestî civakê dike. Konfederalîzma Belçîka ji rêbazên Şoreşa Frensa û exlaqê gerdûnî dûr e. Herêma Federal a Kurdistanê jî, ji konfederalîzma Hevêriya ya sedsala navîn jî paşverûtir e.
Xweseriya Demokratîk, ji utopya ber bi pratîze kirina zanista rêxistiniya gel e û dewletê wek alav û amûrê bextewariyê bikar tîne. Ji ber ku bingeha xwe li ser aboriya gel û hişmendiya demokratîk rêdûnîne.
Di yek kolanê de, dêr jî, mizgeft jî, mêrab jî, kenîşt jî dikarin hebin û dengê xwe bilind bikin.