Li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo, pêr  li nêzî avahiya leşkerî ya hêzên rêjîma Sûrî teqînek rû da. Li gorî agahiyên bi dest ketin, teqîn li devera Sîvan li nêzî avahiya Leşkerî ya rêjîma Sûrî pêk hat.. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku teqîn ji ber mayîna hêzên rêjîmê pêk hatiye.. Di encamê de zerareke mezin li avahiyê bû.. Her weha hat gotin, dema teqînê sivîlê di ber avahiyê re derbas dibû birîndar bûye.. Wekî din hat diyarkirin ku dema gel xwest nêzî cihê bûyerê bibe, hêzên rêjîmê gulle li wan reşandine..

Li Qamişlo gulle li sivîlan reşandin
Piştî êrîşî bi çend saetan, dema ku wesayîta welatiyên sivîl ji bajarê Dêrikê di Qamişlo re derbas dibû, rastî êrîşa hêzên rêjîma Sûrî hat. Di encamê de, ciwanê bi navê Nêçîrvan Omer jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Li Helebê êrîş: Kurdek hate kuştin
Li bajarê Helebê nêzî mehekê ye di navbera hêzên rêjîmê û çalekgerên muxalîf de şerên dijwar ranawestin. Bi taybet demên dawî, êrîşên rêjîmê yên bi balafir, helîkopter, tank û topan asta dijwariya şer nîşan dide. Hêzên rêjîma Sûrî di bin navê şerê li dijî komên çekdar de, bi balafir, helîkopter, tank û topan êrîşî taxên bajêr dikin. Di encama êrîş û şerên li bajêr de, bi dehan mirov tên kuştin û bi sedan xanî tên hilweşandin. Lê ji ber qutbûna elektrîk û xetên înternetê, giştî ji rastiya bûyerên li Helebê dereng haydar dibe. Roja Pêcnşemê li herêma Saba Behrat dema welatiyê Kurd Îsa Elûş derbas dibû, rastî êrîşa çekdarên rêjîma Sûrî hat. Di encamê de Îsa Elûş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Welatiyê Kurd Elûş ê 52 salî ye, ji gundê Eqîbê yê girêdayî bajarê Efrînê ye. 

 QAMİŞLO