Li bajarê Hewlêrê doh Konferansa bi sernavê ‘Herêma Kurdistanê û Amerîka, pêkanîna aştî û aramî’ pêk hat. Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di konferansê de axivî. Talabanî bi taybetî li ser piştî biryara Amerîka ya vekişîna ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê sekinî.

Di civînê de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê DYA’yê, Nûnerê Konsolosxaneya DYA li Herêmê, Nûnerê NY û gelek mêhvanên ji welatên din amade bûn. Talabanî di axaftina xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê de xîtabî nûnerên Amerîka û NY kir û got, “Hêvîdarim ku heya hûn li vir in guh bidin fikar û nîgeraniyên gelê Kurd ên van demên dawiyê. Gelê me di rewşeke nexweş û bi êş de ye. Ji berpirsên siyasî yên welatê xwe re bêjin, careke din zilm li gelê Kurd tê kirin.”

Qubad Talabanî ji nûnerên Amerîka, NY û welatên din xwest ku peyamên gelê Kurd bigihînin Serokê Amerîkayê û got, “Ji ber biryara Trump a vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rûbirû kuştin, zilm, derbederî û êşeke mezin hat.  Xelk cihê xwe terk dikin. Her wiha ji ber vê biryarê hêzên terorîst û ne demokratîk û hêzên li dijî Emerîkayê îro ji duh bihêztir bûne.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR